Navenda Nûçeyan
Bi dehan jin bi berhemên xwe tevlî bûn û di bazarê de nîşandan.
Li bajarê Silêmaniyê Koma Çaroke Kîjan, bazarek karê destê jinan vekir. 25 jin bi berhemên xwe tevlî bazarê bûn û di bazarê de berhemên xwe dan nîşandan.
Yek ji amadekara pêşangeha karê destê jinan, Soze Mihemed axivî û got; “Em her hefte du rojan vê bazarê vedikin. Ev yek ji bo nasandina berhemên jinan gelek başe û dibe sedem ku jin bi xwe dahata xwe peyda bikin.”