Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweşê pençeşêrê Hadî Yalçin ê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî ji malbatê re hat dayîn, malbat ber bi girtîgehê ve bi rê ket. Yalçin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Hat zanîn ku serlêdanên daxwazên berdana Yalçin her tim hatine redkirin.
Hat diyar kirin ku malbata Yalçin wê cenazeyê kurê xwe bibe Şirnexê. STENBOL