Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin

Polîsan, di binçavan de heqaret û tahde li xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kiriye.

Navenda Nûçeyan

Xwendekar Ferhat Ergen, anî ziman ku polîsan tim tahde li wan kiriye û kesa LGBTÎ+ ya bi navê Havîn jî anî ziman ku polîsan bi tecawizkirinê gef lê xwarine.

Piştî ku Melîh Bûlû yê AKP’î wekî rektor tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin, xwendekarên zanîngehê di 4’ê Çileyê de dest bi çalakiyên protestoyê kiribûn. Di dema çalakiyan de polîsan mudaxileyê xwendekaran kiribû û gelek xwendekar binçav kiribûn. Xwendekarên hatibûn binçavkirin, anîn ziman ku di binçavan de polîsan tahde û heqaret li wan kiriye.

Lêgerîna tazî

Xwendekar Ferhat Ergen, anî ziman ku di binçavan de tim tahde li wan hatiye kirin. Ergen, diyar kir ku piştî lêgerîna li malê destên wî ji paş de hatine kelemçekirin û wî li erdê dirêj kirine û got: “Çawa me birin midûriyeta polîsan, lêgerîna tazî li me ferz kirin. Ji ber ku me qebûl nekir, li me xistin.”

Xwendekar Elîf Ûçarli, anî ziman ku ji bo protestokirina tayinkirina rektor ne hewce ye mirov xwendekarê Bogazîçiyê be. Ûçarli, diyar kir ku çapemeniya AKP’î rewşa heyî manîpule kiriye û got: “Çapemeniya hewzê xwendekar hedef nîşan dan. Polîsan avêt ser mala xwendekaran.”

‘Bi tecawizê gef lê xwarin’

Kesa bi navê Havîn a LGBTÎ+ anî ziman ku di dema binçavkirinê de polîsan pir heqaret lê kiriye û xeber jê re gotine. Havîn, destnîşan kir ku polîsan bi mirinê gef lê xwarine. Havîn, diyar kir ku di dema lêgerîna tazî de hatiye tacizkirin û got: “Gava me birin nezaretxaneyê, polîs hatin cem min û bi tecwizkirinê gef li min xwarin. Parlementerê AKP’ê yê Dîlokê jî wêneyên me parve kirine û em wekî terorîst îlan kirin. Bi awayekî aşkere em teşhîr kirin.”

Bûrak Çetîner jî anî ziman ku tevî hevalên xwe yên di binçavan de ketiye greva birçîbûnê û şekir û ava ku parêzerên wan anîne, dereng dane wan. Çetîner, bilêv kir ku piştî sehîkirina tenduristiyê destên wan ji paş de hatine kelemçekirin û polîsan nehiştiye xebatkarên tenduristiyê dîmenan bigirin.

Îşkence

Xwendekar Kûdret Çetînkaya jî anî ziman ku xwestina mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û got: “Lê dewletê avêt ser malên me û em binçav kirin. Gava me birin nexweşxaneyê, me bi îşkenceyê ji wesayîtê daxistin. Yeko yeko em îşkence kirin. Zext û zorî wê nikaribin me bitespisînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar