Konferansa bi dirûşma ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ ku ji aliyê Tevgera Zehmetkêşan a Kurdistan û Sekoya Azadî ve li dijî dagirkerî ve hatiye organîzekirin li Salona Rewşenbîrî ya Kerkûkê destpê kir. Dê konferansa heta saet 17:00’an bidome.
Bernameya konferansê wiha ye:
Panela yekem:
Mijar: ‘Dagirkeriya li Başûr û bandora wê’ ji aliyê Dilsoz Xengen ve bê pêşkêşkirin
Mijar: ‘Bandora Dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê’
Mijar: ‘Nexşeya dagirkeriya Mîsaqî Mîllî heta roja îro’ ji aliyê Dr. Hîwa Seyîd Selîm ve tê pêşkêşkirin.
Mijar: ‘Yekitiya Neteweyî li nava hişmendiya şerê navxweyî’
Panela duyemîn:
Mijar: ‘Dagirkeriya tirk a li ser rojavayê Kurdistan, metirsiyên Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê’ ji aliyê Helemt Telanî ve tê pêşkêşkirin.
Mijar: ‘Ezmûna rojavayê Kurdistanê li bin dagirkeriya Tirkiyeyê’ ji aliyê Nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya başûrê Kurdistan Nûrşen Hisên ve tê pêşkêşkirin.
Mijar: ‘Metirsiya Tirkiye ya li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê’ ji aliyê Hawjîn Mele Emîn ve tê pêşkêşkirin.
Mijar: ‘Di nava pêkhateyên Kerkûkê de bi hev re di nava aştiyê de jiyîn’ ji aliyê Letîf Fateh Ferac ve tê pêşkêşkirin.
Di dawiyê de jî dê encamnameya konferansê bê ragihandin. KERKÛK