Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Têkoşîn û berxwedan Sakîne Cansiz bingeha têkoşîna jinên kurd e’

Komîsyona Jinan a KNK’ê her 6 jinên şoreşger ên kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatibûn qetilkirin bî bîr anî û wiha got: “Têkoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingeha têkoşîna azadiya jinên kurd e.”

Navenda Nûçeyan

Komîsyona Jinan a KNK’ê di salvegera 8’emîn a Komkujiya Parîs û Silopiyayê de her 6 jinên têkoşer ên kurd bi bîr anî.

Daxuyaniya komîsyonê ya ji bo 6 jinên têkoşer wiha ye: “Berî 8 salan li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek pêk hat. Ev komkujî bi destê devleta faşîst a tirk û bêdengîye dewleta Fransayê çebû. Hedefa komkujiyê bi taybet dijî jinên têkoşer wek Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hat. Dîsa di 4’ê Çileya 2016’an li Silopyayê 3 jinên kurd ên şoreşger Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar li aliye rejîma faşîst a tirk hatin qetilkirin.

Em wan 6 jinên leheng bi rez û hurmet bi bîr tinin û bejna xwe hember bîranîna wan ditewînin. Jinên ku di komkujiya Parîse hatin qetilkirin jinên hilbijarê bûn. Sakîne Cansiz jineke peşeng û sembola berxwedana jinên kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKK’ê bû. Têkoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehîn têkoşîna azadiya jinên kurd e. Ji ku bikaribin vîna jinên kurd bişkînin û bi wê jî gelê kurd bişkînin Sakîne Cansiz kirin hedef. Bi zanebûn bi plansaziyek demdirej dewleta tirk ew komkujî pek anî. Dewleta Fransayê heya vê komkujî ronî neke şîrikê komkujiyeyê.

Em wek jinên kurd baş dizanin ku têkoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Fransayê Fîdan Dogan, pêşenga jinên ciwan Leyla Şaylemez êş û tirseke mezin li dilê dijmin û faşîstan xistibûn.

Bi hezaran sal e feraseta baviksalarî ya hezên metîngêr ji bo desthilatdariya xwe jinên kurd wekî talûke ya herî mezin dibînin. Wexta ku mirov li dîrokê dinêre jinên ku ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û têkoşîn kirine bi rêbazên der mirovahî hatine qetilkirin. Lê belê têkoşîn û rêxistina jinên kurd îro di serî de li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê. Bila baş bê zanin ew ala ku li destê Clara Zetkîn, Xwişkên Mîrabel, Rosa Luxemburg de bilind bûye îro destê jinên kurd de ye. Jinên şagirtên Sakîne Cansiz wek Arîn Mîrkan, Zîlan, Şîlan, Şîrîn bi berxwedanên xwe jinên şoreşger derveyî Kurdistanê wan Andrea Wolf, Sarah Handelman, Anna Campbell, Îvana Hoffmann rê tekoşîna gîhandina cîhanê.

Ew ala ku bi xwîna Sakîneyan, Leylayan, Rojbînan û Sêvêyan, Pakîzêyan û Fatmayan û gelek pakrawenên bêhempa hatiye neqişandin dê tu car nekeve erdê û heya xeyalên wan pekrewanan pêk neyê em ê ji di şopa wan de bimeşîn û têkoşînê bilind bikîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar