Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dê wek sembolên berxwedanê werin bibîranîn’

KBDH û MARDEF’ê bi daxuyaniyeke nivîskî jinên şoreşger bi bîr anîn û diyar kirin ku dê jinên berxweder wek sembola berxwedanê bên bibîranîn

Navenda Nûçeyan

Tevgera Jinan a Şoreşa Yekbûyî (KBDH) û Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Meraşê (MARDEF) têkilî komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ku sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatibûn qetilkirin û Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopya hatibûn qetilkirin daxuyanî dan.

KBDH’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew meh e ku hevrê Rosa Luxembûrg, Meral Yakar, Lale Çolak, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar lê nemir bûne û wiha got: “Rosa, Meral, Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatma di rêya hilweşandina faşîzmê û bi destxistina azadiya me de bîranînek in ku rêya me ronî dikin. Sara ku li nimroya 5’an a Amedê 20 salan girtî mayî lê ne beriya zindanê, ne li zindanê û ne jî piştî ku ji zindanê derketî ji têkoşînê nehatî xwarê, piştî ku li Parîsê li gel Ronahî û Rojbîn hat qetilkirin jî ne tenê hînî tevgera jinên  kurd, hînî hemû jinên cîhanê kir ku bi serbilindî û biryardarî bimeşin. Sêvê, Pakîze û Fatma ku ji Sara, Rojbîn û Ronahîyan alê girtin, bi gotina ‘Bêyî xwerêveberî, bêyî xweparastinê nabe’ di berxwedana xwerêveberiyê de bi roleke çalak rabûn û ji bo ku bala dijmin ku berê xwe dabûne hevalên wan belav bikin bi fedekarî tevgeriyan, ji Silopyayê mizgîniya azadiyê dan. Di şexsê hemû hevrêyan de ku meha çileyê nemir bûne, bi mîrateya hemû jinên ku bûne stêrk em ê çalakiyên xwe zêde bikin, xweparastina xwe geş bikin, em ê jiyanê li tacîzkar û tecawizkaran teng bikin. Em ê dewleta TC’ê ya faşîst û sazî û kesên ku destekê didin wê bikin hedef, soza ku me dayî Rosa, Meral, Lale, Sara û Sêvêyan dê bi cih bînin. Em ê pêngava ku me Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan dayî destpêkirin bi serfiraziyê tacîdar bikin, di şexsê Rosa, Meral, Lale, Sara û Sêvêyan de ku meha çileyê bûne stêrk hemû nemiran bi lîlandina azadiyê bi bîr bînin.”

Dê wek sembolên berxwedanê werin bibîranîn

Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Meraşê (MARDEF) jî diyar kir ku divê komkujiya ku bi hevkariya dewleta tirk û Fransayê hatî kirin demildest were ronîkirin û wiha got: “Fîdan Dogan hevaleke me ya jin e ku ji hêla malbata me ve hatiye gihandin ku piştî qirkirina Meraşê ya li ser me hatî kirin bêgav mane ku ji van xakan derkevin.”

MARDEF’ê da zanîn ku Fîdan Dogan li dijî van zextên ku gel jiyaye bêdeng nemaye, weke her miroveke xwedî rûmet ji bo ku hesab ji qirkeran bipirse bêdudilî çi peywirên ku derketine pêş bi cih aniye û wiha got: “Bi destê hêzên tarî yên dewleta tirk û Fransayê di encama vê suîkasta tarî de li naverasta Parîsê li gel Fîdan Dogan, sê hevalên me yên hêja Sakîne Cansiz û Leyla Şaylamez bi xwînxwarî hatine qetilkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sakîne Cansiz ku jiyan û berxwedana wê efsane ye, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ji bo kesên ku serê xwe natewîni dê weke sembola berxwedanê werin bibîranîn û ji dewleta Fransayê hat xwestin ku berpirsên komkujiyê werin dîtin û darizandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar