Duh li gundên Çinezur, Dêrxûst, Huseynîk û Mişrifê yên Licêya Amedê operasyonên leşkerî hatibûn destpêkirin. Di nava rojê de di encama operasyonên hatin kirin de leşkerek miribû û herî kêm 3 leşker jî birîndar bûbûn. Piştî vê hat ragihandin ku leşkeran gund dorpêç kirine.
Her wiha hat ragihandin ku li gundê Mişrifê yê girêdayî Licê, serê sibehê cendirmeyan bi ser mala Mehmet Şah Bozkuş ê ku nexweşiya dil pê re heye girtine. Hat aşkerakirin ku li malê li Mehmetşah Bozkuş û hevjîna wî Azîze Bozkuş îşkence kirine û bi saetan li qereqola cendirmeyan hatine ragirtin.
Li gorî agahiyên dawîn ku hatin bidestxistin Azîze Bozkuş serbest hatiye berdan lê Mehmet Bozkuş hîn li qerqolê tê ragirtin. AMED