Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Malbatên girtiyan: Divê em bibin dengê girtiyan

Malbatên girtiyan ên ŞirnexÊ, derbarê grevên birçîbûnê de axivîn û gotin ku divê ew bibin dengê girtiyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 46’emîn de didome. Malbatên girtiyan têkildarî greva birçîbûnê axivîn û gotin ku bila daxwaza girtiyan bînin cih.

Nermiye Îverendî ku kurek wê Botan Îvendî di Girtîgeha Amedê de û kurê wê yê din jî Abdurrahman Îverendî jî di Girtîgeha Patnosa Agiriyê de ye. Her wiha kurek wê Îbrahîm Îverendî jî di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe dest daye.

Dayik Îverandî bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û wiha got: “Li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde ne. Zarokên me her roj bi van pêkanînan be rûbirû dibînin. Em dixwazin ev zext û zordarî bên rakirin. Her du zarokên min jî nexweşin di girtîgehan de tên girtin. Bi girankirina tecrîdê re şert û mercên girtîgehan girantir bû. Zarokên me tenê dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Kurê min Botan ev 5 sal in bi awayek bêhiqûqî tê girtin, niha li Girtîgeha Amedê ye û nexweş e. Kurê min Abdurrahman jî nivîşkan e û bi gopalan bi rêve diçe. Divê ev zilm û îşkence li ser girtiyan bê rakirin.”

Grev li hemû girtîgehan belav bûye

Îverandî destnîşan kir ku greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûye û ev tişt anî ziman: “Bi girankirina tecrîdê şert û mercên girtiyan giran û zehmetir bû. Li girtîgehan daxwazên zarokên me cih naynin û mafên wan tên binpêkirin. Tecrîda ku îro li ser Serok giran bûye her wiha bandorê civak û girtîgehan jî dike. Divê demek nêz de tecrîda hatiye girankirin bê bidawîkirin û daxwaza zarokên me jî bi cih bên. Ger tecrîd rabe dê zextên li ser girtîgehan jî bi dawî bibe. Zarokên me ev çend sal in bi awayek bêhiqûqî girtîne. Em vê bêhiqûqî û bêedaletiyê tu carî qebûl nakin. Du kurê min girtîne, kurekî min hat kuştin û kurekî min jî ne li malê ye. Lê em dîsa jî tim daxwaza azadî û aştiyê dikin. Divê malbatên girtiyan jî li derve bibin dengê zarokên xwe.”

‘Em bibin dengê girtiyan’

Dayika bi navê Saniya Danerî ku kurê wê Lokman Danerî 11 sal in girtî ye û 40 sal ceza lê hatiye birîn jî ev tişt anî ziman: “Kurê min 20 rojan di girtîgeha Şirnexê de, 7 salan girtîgeha Sêrtê de ma û 4 sal in jî girtîgeha Orduyê de tê girtin. Ev du sal in ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Li ser girtîgehan zext û zordarî zêde ye. Bi girankirina tecrîdê girtîgehan rewş giran bû. Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bila daxwaziya zarokên me bi cih were û tecrîd bê rakirin. Em naxwazin tiştek bi zarokên me bê. Zarokên me ji bo daxwaza wan bi cih were bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Bila Serok azad be û ev zilm li ser me rabe. Divê em jî ji zarokên xwe re bibin deng. Em bibin dengê girtiyan. Em bibin dengê girtîgehan. Dema Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû wî jî dest pê kiribû. Wê demê xwîn di qirika wî de dihat. Ji ber vê yekê tendûristiya wê nebaş e. Di temeneke biçûk de kurê min hat girtin.”

‘Em bi salane dibêjin bila tecrîd bê rakirin’

Her wiha Danerî daxwaz kir ku xwestekên zarokên wan bi cih were û tecrîd bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên me di navbera çar dîwaren de nikarin tiştekî bikin. Ji ber ev nexweşiya vîrûsa koronayê jî heye em zêdetir ji tendûristaya wan bi fikar in. Em wek dayik heta daxwaza zarokên me bi cih neyê em ê bêdeng nebînin. Em bi salan e dibêjin bila tecrîd bê rakirin, azadî û aştî bê vî welatê. Em xeynî vî tu tiştî naxwazin. Divê kesên rayedar çavên xwe vekin û daxwaza zarokên me bi cih bînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar