Navenda Nûçeyan
Greva birçîbûnê ku 27’ê Mijdarê bi rengekî bêdem-dorveger ji aliyê girtiyên siyasî ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, dewam dike. Berxwedana li zindanan bi koma 10’emîn di roja 46’an de ye.
Tevî ku zext û êrîş li girtîgehan zêde bûne jî girtî bi biryar in ku heta encamê werbigirin çalakiya xwe dewam bikin.
Mexmûr
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan dest pê kir, dewam dike. Çalakiya ku di 18’ê Kanûnê de li Komeleya Malbatên Şehîdan dest pê kir di roja 25’an de ye.
Yewnenistan
Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîdê di roja 8’an de ye. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê lidarxistin.