Navenda Nûçeyan
Komeke hêzên hikûmeta Şamê li eniya Enkawî ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê êrişî nuqteyeke çeteyên Artêşa Nesir kir ku piştgiriya xwe ji dewleta tirk digirin û di nava “’Eniya Nîştimanî’ de cih digirin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di operasyonê de 11 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn û çeteyên Artêşa Nesir paşde vekişîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh hêzên hikûmeta Şamê deverên li Fatîre, Kensefra, Sifohin û Bênên ên gundewarên başûrê Idlibê û Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kiribûn.