Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî êrîşên li ser Eyn Îsayê li Helebê konê piştgiriyê hat vedan

Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê konê pişgiriyê li bajarê Helebê veda

Ev demeke dewleta tirk bi dijwarî êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike û li hember êrîşan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava çalakiyan de ne. Îro jî Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Helebê bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, em ê bi ruhê şehîdên xwe bi ser bikevin” li taxa Şêx Meqsûdê kon vedan. Di vedana kon de bi dehan endam û nûnerên saziyên siyasî amade bûn. Kon bi wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Partiya Sûriya Pêşerojê hat xemilandin.

‘Berxwedana gel ji tank û topên dewleta tirk bi hêztir e’

Kon bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê hat vedan. Paşê Rêveberiyê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Hecî Mistefa êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û got: “Em weke şêniyên bajarê Helebê êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê bi tundî şermezar dikin û em piştgiriya xwe ji şêniyên Eyn Îsayê re raber dikin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike, îradeya gelan û hevgirtina wan ji hev qut bike. Bi awayekî rojane navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê tên topbarankirin. Armanca van êrîşan ew e ku gelê resen ên Eyn Îsayê koçber bibin. Ev êrîş li ber çavê tevahî cîhanê pêk tê, lê belê tu sazî û rêxistinên cîhanî deng ji vê êrîşê re nake. Lê berxwedana gel ji tank û topên dewleta tirk bi hêztir e.”

Endama Bîroya Jinê di Meclîsa Sûriya Demokratîk de (MSD) Rûhev Ehmed jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê şermezar kir û wiha pê de çû: “Dewleta tirk bi awayekî rojane êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike û di van êrîşan de sivîl tên hedefgirtin, ji ber dixwaze sivîl dev ji axa xwe berde ew jî dagirkeriya xwe li wan herêman bide meşandin. Ev êrîş ne cara yekem e, roja ku aloziya Sûriyeyê dest pê kiriye, siyaseta qirêj a Tirkiyeyê her li ser xaka me dewam dike. Armanca van êrîşan li dijî îradeya gelê azadîxwaz û projeya netewa demokratîk e. Her wiha dixwaze xewin û xeyalên osmaniyan li ser xaka me pêk bîne. Banga me ji dewletên navneteweyî û saziyên mafê mirovan heye ku sînorekî ji siyaset û kiryarên dewleta tirk re daynin.”Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Eyn Îsayê”  û bi serdanan dawî bû. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar