Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çima tecrîd?

Sevîm Akdag

Tecrîd çi ye, çima ketiye rojeva civakê? 

Ji bo ku em bikaribin bersiva ‘çima tecrîd’ê bidin pêwîst e em destpêkê fêr bibin ku tecrîd çi ye û em çima têxin rojeva xwe. Tecrîd wekî peyv tê wateya ji hevdu qutkirin, razberkirinê. An jî bi tena xwe hiştin. Wekî armanc ji bo kesekê tecrîd, ji civaka xwe qutkirin û bi tena xwe hiştin e. Dema ku mirov dinivsîne weki peyv û wekî gotin jî, giraniyek  xwe heye. Bêgûman pênaseya herî giran jî, ji civaka xwe qutbûyîn e!

Di vê kêliyê de giringiya hebûna civakê derdikeve holê. Bêgûman di jiyanê de rewşa herî giran jî civakê qutbûyîn e. Di dîrokê de hebûna civakê her tim xwe domandiye lê êrîşên li ser civakê jî bi heman rengî di her serdemê de berdewam kirine. Ji ber ku hebûna kesayetê, girêdayî hebûna civakê ye, her wiha hebûna civakê ji girêdayî hebûna kesayetê ye. Ji ber vê yekê jî kesên ku di nava civakê de xwedî hebûnekê, ji aliyê kesên li dijî civakê ve wekî xeteriyekê tên dîtin.

Gelo kî ne ev kesên li dijî civakbûyînê? 

Bêgûman pergala netew-dewletî çawa ku xwe li ser nirxên civakê ava dike ewqas jî li dijî civakbûyînê ye. Ji ber ku nirxên civakê û birdoziya netew-dewletiyê li dijî hevdune û hevdû tune dikin. Civakbûyîna ku bi hezaran sal e li ser esasê jiyana hevpar xwe didomîne îro bi êrîşên netew-dewletî tê parçekirin. Ziman, çand û exlaqa civakê bi awayekî hovane tên qetilkirin û li ser van nirxan jiyaneke bêexlaq tê avakirin. Li hemberî van erîşên hovane bêgûman civak jî parastina nirxên xwe pêşdixe û nahêle ev hovitiyê xwe li ser van nirxan bide jiyandin. Di dîrokê de bi hezaran mînakên van erîş û xweparastinên civakê hene. Navê van pergala hatiye guhertin lê feraset û armanca wan tu carî nehatiye guhartin. Li hemberî wan xweparastina civakê ji di her serdemê de carna bi pêşengtiya kesan carna jî bi pêşengtiya tevgeran heya îro xwe domandiye û dê xwe bidomîne…

Ji destpêka dîrokê heya îro guhertina herî mezin di rê û rêbazên êrîşan de çêbûne lê tu carî nesekinîne. Bêgûman îro jî bi pergala netew-dewletî û birdoziya wê modernîteya kapîtalîst êrîşên hovane li ser civakê pêk tên. Bi taybet erdnigariya ku nirxên civakê lê şîn bûyî û li cîhanê belav bûyî, li Mezopotamyayê ev êrîş bi awayekî herî hovane tên meşandin. Çawa ku Rêberê Gelê Kurd dibêje ‘Lêgerîna xezîneyên hatine windakirin li cihê hatine winda tê kirin.’ Dixwazin civakbûyînê  jî li cihê  derketiye holê winda bikin. Wê demê, ji bo nirxên civakbûyînê yên ku hatine windakirin, pêwist e lêgerîna herî mezin jî li vê erdnîgariyê were kirin. Ev lêgerîn jî bi xweparastina cewherî gengaz e. Bê gûman îro derketina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan jî gaveke xweparastina vê civakê ye.

Îro bi taybet civaka kurd bi her awayî bi tunebûnê re rû bi rû maye. Bi hezaran sal e pergalên dagirker  ji bo berjewendiyên xwe,  li ser Rojhilata Navîn lîstikên cur be cur pêk tînin û li tevahî cîhanê şerên herî mezin jî ji bo parvekirina Rojhilata Navîn tên meşandin. Wekî tê zanîn jî, navenda Rojhilata Navîn xaka Kurdistanê ye. Ev jî dibe sedem ku xaka Kurdistanê bibe hedefa dagirkeran.

Ev gava xweparastinê ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di nava civakê de hestên azadî û rizgariyê yên hatine ji bîr kirin dîsa zindîkirin û nexşeya dîrokê hat guhertin. Serhildanên di dîroka kurdan de her tim bi hilweşandinê ve encam girtîn êdî bi serkeftina encam digirin.

Dema ku ev pêşketin di nava civaka kurd de pêşdikevin bêgûman pergalên dagirker, ji  bo vê xeteriyê ji holê rakin wê hêza xwe ya heyî bi giştî derxîne holê. Ji ber ku ev xetere tenê ji bo Kurdistanê yan jî Tirkiyeyê nine. Dizanin ku ev xetere dê ji Rojhilata Navîn heya Ewropa û Asyayê belav bibe û dê hestên civakbûyînê, azadî û rizgariyê di nava cîhanê de şîn bikin. Bêgûman îro pergala ku li rojavayê Kurdistanê (pergala netewademokratik) tê avakirin di cîhanê de yekemîn e û di bin van şert û mercan de jî bi vîneke enternasyonalîst li giştî cîhanê baweriya ku ‘pergaleke civakperest jî pêkan e’ mezin kir û bû mînakek.

Tê zanîn ku xwediyê van fikr û ramanên ku dîroka Kurdistanê guhert û di şexsê gelê kurd de civaka Rojhilata Navîn xistiye merheleyeke nû birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Li vê derê dîsa em dikarin biçin destpêkê û bikevin nava pirsa ‘çima tecrîd’. Çima tecrîd? Ji ber ku pergala modernîteya demokratîk alternatîfa jiyana ku roj bi roj ber bi tunebunê ve diçe ye. Em di gotin û nirxandinên xwe de her tim tînin ser ziman lê ev rastiyeke ku tecrîd, tecrîteke li ser civakê ye, li ser fikr û ramanê modernîteya demokratik e, li ser birdoziya rizgariya jinan e, li ser vîn û îradeya ciwanan e. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst û netew-dewlet bi têrnebûna xwe pêşerojeke tarî ava dike, bi feraseta zilamsalarî avahisaza jiyanê jinan, bi her awayî qetil dike, çand û exlaqa civakê li ser ajoyên kesayet bi rê ve dibe, xweza û fezayê tune dike. Ji ber wê jî li hemberi van pirsgirêkên civakî derketina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan derketineke mafdar e û ya ku tê xwestin tecrîdkirina vê birdoziyê ye. Tê zanîn ku di pêvajoyên derbasbûyî de, dema ku tecrîda li Îmraliyê lewazbûyî tundiya şerê li Kurdistanê tê meşandin jî lewaz bûye. Tenê ev mînak nîşan dide ku muhatabê pirsgirêkên civakê diyar e. Diyarnebûya di sala 1999’an de bi dehan ciwan û jin bedena xwe nedişewitand, bi hezaran dayik, zarokên xwe yên herî delal di vê rêyê de feda nedikirin. Ji ber vê yekê em her tim tînin ser ziman û em ê dîsa jî bejin, tecrîd bi Îmraliyê sînordar nîne, ger ku em her roj wekî jinek li kolanan tên kuştin em di bin tecrîdê de ne û rizgariya me, ji jiyaneke azad û demokratîk de derbas dibe. Ev jî bi pergala modernîteya demokratîk gengaz e. Ger ku em ji ber bi zimanê xwe yê dayikê axaftin, werin kuştin tê wateya ku em di bin tecrîdê de ne, rizgariya me bi ruxandina pergala yekalî de derbas dibe. Ev jî bi avakirina pergala demokratîk gengaz e. Ger ku li hemberî çand û exlaqa civakperestî, çanda takekesiyê û bêexlaqiyê di nava civakê de tê avakirin wê demê em wekî civak di bin tecrîdê de ne. Xelasbûna me bi avakirina çand û exlaqa civakperest derbas dibe.

Dîroka pergalên dagirker bi mînakên wisa tijî ye lê ji bo encamgirtinê heman tişt derbasdar nîne. 22 sal in bi tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ji birdoziya tevgera azadiyê tiştek kêm nekiriye, berovajî dê her ku diçe ev birdozî xwe xurttir dike û li cîhanê belav dibe. Wê demê em dikarin bêjin fikr û ramanê azadiyê nayê tecrîdkirin û kuştin… Ev fikr û raman bi ciwantî destpê kir û dê bi ciwantî bi ser bikeve…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar