Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Osman Şîban hat binçavkirin

Osman Şiban ê ji helîkoptêr hatibû avêtin, di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin

Osman Şiban ê di 11’ê îlona 2020’an de li çoltera di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de li gel Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin, di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê de tê birêvebirin polîsan vê sibehê bi ser mala Şiban a li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê de girtin. Piştî serdegirtinê Şiban hat binçavkirin û ew bi ambulansê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê.

Hat zanîn ku ji bo kontrola tenduristiya Şiban were kirin li benda kombûna şandeya tenduristiyê ne. Osman Şiban li malê dihat tedawîkirin.

Hat ragihandin ku dê piştî kontrola tenduristiyê ya li Mêrsînê Şiban bibin Wanê.

Osman Şiban û Servet Tûrgût di 11’ê îloana 2020’an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û bi îşkenceyê re rûbirû mabûn. Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Şiban jî ji bo tedawiyê biribûn mala wî ya li Mêrsînê. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar