Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Bûka Baranê çandeke kevnar e’

Li gor çanda kevnar dema baran nabare Bûkên Baranê tên amadekirin û zarok li kuçeyan digerînin

Navenda Nûçeyan

Yek ji jinên ku vê kevneşopiyê didomînin Hemdiya Kûtê diyar kir ku li Til Temirê ew vê kevneşopiyê didomînin û got pêwist e ew xwedî li girîngiya vê çandê derkevin.

Çanda Bûka Baranê heta roja îro li Til Temira herêma Firatê didome. Dibe ku ‘Bûka Baranê’ di roja me ya îro de zêde nayê bikaranîn, lê xwedî çandeke kevnar e. Bi gelek rêbazan ev çand hatiye domandin û ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye. Hemdiya Kûtê ya 60 salî û li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê dijî, ji me re ev çand vegot.

‘Her çîrokeke tê gotin dîrokeke wê heye’

Hemdiyayê bi kêfxweşî û çavên bendewar wiha behsa çanda Bûka Baranê kir: “Di salên ku baran dereng dibariya, me weke zarok û dayikan dest bi tevgerê û zindîkirina çanda dapîr û bapîrên xwe dikir. Me çanda zêw, li rex wê jî Bûka Baranê çêdikir û em li kolanan,taxan digeriyan. Me tasek dew dirijandin, da ku pez tewir nebe û gîha çêbibe. Rojên berê pir xweş û bi wate bûn. Ew rojên ku di her çandeke wê de dîrokeke veşartî hebû di roja me ya îro de pir kêm bûye.”

‘Bûkên Baranê tên gerandin’

Hemdiyayê behsa çêkirina Bûka Baranê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em çend daran tînin berhev dikin, jê dest û lingan çêdikin. Paşê em kincên xwe yan jî kefiyên dayikan li wan dikin û bi vî rengî em Bûkên Baranê çêdikin. Bi çêkirina Bûka Baranê re em dua dikin ku baran li mirovan û lawiran bibare. Taybet di van salên dawî de zarok Bûkên Baranê digerînin, ji ber ku zarok dilpak in û duayên wan tên qebûlkirin. Li gor baweriyên me di saetên rozêrînê de em Bûka Baranê digerînin, ji ber ku di wê saetê de asîman şîn e, bê ewir e û rihet duayên zarokan dikare biçe jorê. Di wê demê de jî pêwîst e mirov hemû li kolanê bin, da ku duayên wan werin qebûlkirin.”

‘Pêwîst e em xwedî li girîngiya vê çandê derbikevin’

Hemdiyayê girîngiya domandina vê çandê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger ku dapîr û bapîrên me ev çand heta roja îro parastine, pêwîst e ku em jî xwedî li girîngiya wê derkevin û biparêzin. Ji bo baran bibare û bîrên avê nemiciqin, me kevir kom dikirin dixistin tûrekî û paşê me girê dida. Paşê li ser dua dikir û davête hundirê bîra avê. Ev jî çandeke ku di nava derbasbûna salan re winda bû ye. Pêwîst e ku îro ev çand were parastin, da ku nifşên nû ji çanda xwe ji bîr nekin.”

HESEKÊ/Sorgul Şêxo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar