Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Atabay: Ger tecrîd rabe wê aramî bê welat

Dayika Leyla Atabay a girtî Ayne Atabay da zanîn ku ji bo aştî û aramî bê welat divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û got divê daxwazên girtiyan bê cih û tecrîd bi dawî be

Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên herêm û Tirkiyê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorverger kirin. Grev di roja 47’emîn de ye. Dayika girtiya bi navê Leyla Atabay a li girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê dimîne, Ayne Atabay banga rakirina tecrîdê û diyaloga ji nûve a bi Abdullah Ocalan re kir.

‘Ez û keça xwe hêzê didin hev’

Atabay diyar kir ku keça wê 25 sal in girtiye û sirgunê gelek girtîgehan hatiye kirin û got: “Ji ber vîrûsê hevdîtin hatin sînokirin. Saleke min keça xwe nedîtiye. Hefteyê em deh deqeyan di telefonê de diaxivin. Ev jî kêm e. Ez nizam keça min çawaye. Dîsa jî em hêzê didin hev. Me zarokên xwe bi zor û zehmetî mezin kirin. Bila girtî bên berdan.”

‘Bila deriyê girtîgehan vebibin’

Atabay bertek nîşanê qanûna ya di 2020’an de hat çêkirin û 90 hezar girtiyên edlî jê fêde girtin û got: “Girtiyên siyasî ji ber têkoşîna maf û azadiyê hatin girtin. Berê dema aloziyek xeydanek hebûna pêşengên civakê diçûn çareser dikin. Erdogan serokomarê vî welatiye çima pirsgirêkan çareser nake. Kujerên jinan tecawizkarên zarokan tên efûkirin. Gelo zarokên me çi kirine? Girtiyên me çi kirine. Bila êdî deriyên girtîgehan vebibin.”

‘Ji kurdan re edelet tune’

Atabay destnîşan kir ku li vî welatî ji kurdan re edelet tune û wiha berdewam kir: “Kengê desthilatdarî bixwaze wê edelet pêk bê. Em welatiyên vî welatîne. Ger kurd û tirk wekhev bijîn wê aramî bê û her tişt xweştir bibe. Em dixwazin her kes yek be. Dibêjin kurd tune. Kurd bi hezaran salane hene. Kes nikare vî gelî tune bike.”

‘Bila tecrîd bidawî be’

Atabay balkişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî dane destpêkirin û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û diyalog bê destpêkirin. Gelo girtî bîlasebeb ketine grevê. Bêguman derdê wan heye. 22 sal in Abdullah Ocalan girtiye. Her tişt girêdayê wî ye. Bila tecrîda li ser Ocalan bidawî be. Zarokên me girêdayê Abdullah Ocalan nin. Êdî bes e. Bila aramî bê vî welatî.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar