Dayika endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr k udi 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopî ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qetilkirin, Sakîne Demîr ji aliyê serdozgeriya Şirnexê ve ji bo îfadedayînê hat gazîkirin.
Li Şirnexê 2’yê mijdara 2020’an de ji hêla serdozgeriya Şirnexê ve li dijî Kongreye Civakên Demokratîk(KCD) lêpirsîn hatibû vekirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê lêpirsînê de der heqê Demîr de jî, biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Demîr îro çû serdozgeriyê û îfade da.
Hat hînbûn ku ji Demîr, pirsên weke ‘Tu çima tev li kongreye KCD’ê bû?’ û ‘Tu çima delegeya KCD’ê yî’ hatin kirin.
Piştî îfadeya Demîr hat girtin, ji edliyê veqetiya. ŞIRNEX