Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Armanca me azadkirina Ocalan e’

Bêrîvan Karakoyun a ku li kampa Lavrîo ya Yewnenistanê bi 9 jinan re li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê, têkildarî çalakiyê axivî û diyar kir ku armanca wan azadkirina Ocalan e

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Lavrîo ya Yewnenistanê hat destpêkirin bi awayek dorveger û bêdem di roja 10’emîn de didome. Çalakî bi Tevgera Jinên Kurdistan a Ewropayê ve bi 9 jinan didome. Di salvegera 9’ê Çile ya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Parîsê ya Fransayê hatin qetilkirin de 9 jinên ku li kampê dimînin çalakî dewr girtin. Ji 9 jinên ku ketin grevê Bêrîvan Karakoyun qala çalakiyê û tecrîdê kir.

Karakoyun a ku salek bere hatiyê Yewnenistanê, li Tirkiyeyê rêveberiya MEYA-DER a Sêrtê kiriye. Karakoyun ji 1993’an heta 2019’an di wextên cuda de 15 salan di girtigehan de maye. Piştî 40 sal cezayê girtigehê jê hat xwestin, Karakoyun berê xwe die Yewnenistanê. Karakoyun niha dîsa li dijî tecridkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û dibêje ‘sînorê têkoşînê tune ye.’

Berxwedana girtiyan silav kir

Karakoyun armanca ketina çalakiyê wiha vegot: “Em hemû jin li ser navê kampê tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin û berxwedana girtigehan silav dikin. Beriya 2 salan jî li dijî tecrîdkirina Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbunê hatibû destpêkirin. Li hemû zindanan belav bûbû. Li derve jî piştgirî hat dayîn. Ji bo vê bedelê mezin jî hatin dayîn û bi carek be jî tecrîd hat şikandin. Lê belê ev carê em dibêjin girseyî baweriyek mezin jî heye tecrîda ser Ocalan bi tevahî bê şikandin. Armanaca me azadkirina Ocalan e. Ne ku tenê hevdîtin were kirin e. Êdî hevdîtin tenê têr nake. Dem dema azadkirinê ye. Ji ber ku demek dirêj e Ocalan di navbera çar dîwaran de ye. Tecrîdek dijî exlaqî û mirovahiyê tê jiyandin.”

‘Divê hemû dinya bibihîzin ku em hene’

Di axaftina xwe de Karakoyun destnîşan kir ku li Tirkiye û her çar perçeyên Kurdistanê operasyonên binçavkirin û zordariyê didome û wiha pêde çû: “Dixwazin di qada siyasî û dîplomasiyê de kurdan qels bikin. Lê ev daxwaza wan nayê cih. Ji ber ku dîrok jî vê yekê nîşan dide. Dîrokê nîşan da ku destpêka Tevgera Azadiya Kurd heta îro çend hikûmet li Tirkiyeyê ava bûn û xera bû lê tu kesan nikaribû li ser îradeya gelê kurd xwe bide jiyandin û binpê bike. Ev xeletiyek e û bi dehan caran kurdan bi vîna xwe bi berxwedana xwe vê xeletiyê, şaşitiya nîşanê wan daye. Ji ber vê em dibêjin hemû cîhan dengê me bibihîze ku komploya ser Ocalan wek komploya li ser serê gele kurd û li ser mirovahiyê ye. Ev komplo ne tenê li hember Ocalan e. Îro Ocalan li wê derê ye em tew li wir girtî ne. Ji ber wê em bang di serî de hemû jinên cîhanê û kesan dikin ku li hember zilmê bisekinin. Em îro li benda piştgiriya wan in. Nexwe em çend heb ketine grevê ne tenê ji bo çend rojan. Ji bo ku dengê me dinya bibîze. Dengê me hemû netew bibihîzin ku em hene.”

Sekna CPT’yê rexne kir

Karakoyun CPT’yê jî rexne kir û ev tişt anî ziman: “CPT çend car in bi Ocalan re hevdîtin dikin. Lê ji xwe re dibêje ez saziyek serbixwe me. Bi rastî gava ku çû bi Ocalan re hevdîtin kir, hewceye rewşa wî diyar bike. Daxuyanî bide. Divê li ser dewleta tirk hinek astengiyan bike û rola xwe bilîze. Lê rola xwe nalîze. Madem saziyek ser bi xwe ye, em wê dawetî rola wê dikin.”

 ‘Hewceye em xwedî li fikrên Ocalan derkevin’

Her wiha Karakoyun da zanîn ku dê li dijî tecrîdkirina Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jin li hemû cîhanê di rêya Leyla Qasim, Rosa Loxemburg, Clara Zetkin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar têkoşînê didomînin. Ocalan dibêje ‘koletî li ser şexsê jinan hat destpêkirin, hewceye azadî bi destê jinan be.’ Ew fikir û raman îro li çar perçeyan belav bûye. Ji ber vê yekê hewceye em xwedî li fikr û ramanê Ocalan derkevin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar