Navenda Nûçeyan
Kanala Heftemîn a Îsraîlê da zanî ku efser Avî Harlev di nexweşxaneyên Berzilaî û Soroka de dixebitî, her wiha di nav hêzên berdest de bû.
Kanalê diyar kir ku efser Avî Harlev bi cilên xwe yên fermî ji civîna yekîneya berdest vedigeriya.
Artêşa Îsraîlê der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir. Nehat zanîn ka efser bi destê hêzên Filistînê hatiye kuştin an wî xwe kuştiye.