Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Perşembe - 10 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Ji bo azadiya Ocalan kampanyaya şandina nameyan

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir ku e-maîl û nameyan ji Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres re bişîne û wiha got: “Ji bo ku em bi sed hezaran e-maîl û nameyan bişînin, seferber bibin.”

Navenda Nûçeyan

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkiya Başûr (COSATU) ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya dabûn destpêkirin, silav kir û ji bo name ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re werin şandin banga seferberbûnê kir.

Di daxuyaniyê de kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat slavkirin û hat diyarkirin dê bi rengekî çalak tev li kampanyayê bibin û wiha hat gotin: “Li hemû cîhanê tê qebûlkirin ku ramanên Rêber Apo çareseriyê tîne û ji bo vê jî kampanya û xebatên navneteweyî tên kirin.”

KCDK-E’yê kampanyayên sendîkayên karker ên îngilîz, kampanyaya Înisiyatîfa ‘Ji Ocalan re azadî’ ku ji Ewropa heta Rojhilata Dûr, Ewûstralya û Amerîkayê ji hêla nivîskarên ku xelata nobelê standine, akademîsyen û şexsiyetên navneteweyî di nav de cih digirin bi bîr xist û diyar kir ku ev kampanya û xebat didomin û wiha domand: “Gelên cîhanê, jin, hawîrdorparêz, dilxwazên aştiyê, sazî û dezgehên mirovî, sendîkayên karker û kedkaran vê felseeya Rêber Apo hêza çareseriyê ya li Kurdistanê û herêmê dibînin, her wiha dibînin ku li dijî şer wekheviya nav gelan û li dijî dîktatroyê wê demokrasiyê geş bike. Ji bo ku bi vê rola xwe bilîzin dizanin ku divê Rêber Apo azad be û ji bo vê ji Rêber Ocalan re azadiyê dixwazin.”

KCDK-E’yê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya sendîkayên îngilîz Unîte the Unîon û GMB’ê ku bi milyonan endamên wan hene bi bîr xist û da zanîn ku 30 sendîka destekê dide vê kampanyayê û li Îngilistan û Gallerê dengekî zêde derxistiye.

Di daxuyaniyê de KCDK-E’yê bi bîr xist ku Înisiyatîfa Ji Ocalan re Azadî diyar kiriye li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo ku aştî dest pê bike divê tecrîda li ser Ocalan rabe û wiha pêde çû: “Ji ber ku şer pêşî li dijî Ocalan ê ku aştiyê dixwaze dest pê kiriye. Ji ber vê, kampanyaya ‘Niha dema wê ye, demildest ji Ocalan re azadî’ Cotmeha 2020’an dane destpêkirin. Gotin, ew hemû sazî, rewşenbîr, şexsiyet, rêxistinên ku aştî, demokrasî, dadmendî û azadiyê dixwazin vedixwînin ku tev li kampanyayê.

Herî dawî Koma Xebata Kurd a Başûrê Afrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Afrîkaya Başûr (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar, kampanyaya ‘Dema wê hatiye: Li Tirkiyeyê ji bo aştiyeke dadmend ji Ocalan re azadî’ dane destpêkirin. Di bangê de xebatên NY’yê yên li Afrîkaya Başûr ên li dijî rejîma Apartheîdê jî hat bibîrxistin, hat gotin mîna rêgezên ji bo Nelson Mandela divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî werin bicihanîn. Di daxuyaniyê de gotin ‘Bi vê kampyayê hedefa me ya esasî ew e ku em aştiya li Tirkiye û herêmê teşwîq bikin. Azadbûna Rêberê meşrû yê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya Tirkiyeyê û hemû herêmê bivenevê ye. Em ji serhatiya xwe ya li Afrîkaya Başûr dizanin, şertê bivenevê yê pêvajoyên aştiyê ew e ku lîderên wan ên meşrû û pêbawer serbest were berdan.”

KCDK-E’yê di daxuyaniyê de bang kir hemû navendên wan ên civakî û sazî û dezgehên wan bi giyanê seferberiyê tev li kampanyaya saziyên afrîkî yên ji bo NY’yê bibin, xwe bigihînin her kurdistanî û dostên kurdan, van nameyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bi rêya e-maîl û nameyan ji Sekreteriya Giştî ya NY’yê re bişînin û wiha got: “Ji bo ku em bi sed hezaran e-maîl û nameyan bişînin seferber bibin.”

Di daxuyaniyê de adrêsên ku dê name ji wan re werin şandin wiha hat dayîn:

Mr António Guterres

Secretary-General United Nations

UN Headquarters, S-3800

New York, NY 10017

USA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar