Bêyî nefes mirov nikare bijî lê ya kurdan nefesa wan Ocalan e û bêyî perspektîfên wî nikarin azad bijîn.
Her dema ku gelê kurd agahî ji Rêber Ocalan girtiba, dikarîbû pêşeroja xwe de gavên baştir û kêmqisûr biavêtana. Di nava şoreşa Rojava de em bala xwe bidinê, bi mesajeke ji Rêber Ocalan dihat, wekî nexşerêyekê bû û gelê li Rojava dida dû û digihîştin encamê. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de Rêber Ocalan got: “li her derê DAIŞ hebe, berê xwe bidin wir û ew jî xilaskirina mirovan ji bêmirovî û hovîtiya barbarên DAIŞ’ê bû.” Ocalan got Rojava dikare bi hemû aliyan re bikeve nava danûstandinê û siyaset bike. Wiha jî Rojava bi hemû aliyan re têkilî danî û rêya sêyemîn hilbijart. Bi ereban re bû heval, bi koalîsyonê re hevkar, bi rêjîmê re siyaset kir, bi Rûsyayê re peywendî danîn û bi saya perspektîfên Ocalan ên şerê li dijî barbariya DAIŞ’ê xwe xist dilê hemû ewropiyan û ew bûn heyranê keç û xortên kurdan.
Piştî van hemû gavên ku li Rojava bi taybet hatin avêtin, dewleta tirk careke din ket ferqa bandora Rêber Ocalan a ku roj bi roj li herêmê belav dibe û ne tenê kurdan, bandora xwe li ser ereb, sûryan û xirîstiyanan jî çê dike û ev civak zêdetir pê ve tên girêdan. Ji wê demê dewleta tirk hîn zêdetir ket tevgerê û tecrîd û îşkenceya herî mezin û giran li ser Ocalan da meşandin. Niha jî bi hincetên pûç û vala nahêlin peywendiya Rêber Ocalan bi derve re çê bibe.
Tecrîd didome, îşkence her heye û girantir dibe, bê serûber zext û girtin pêk tê û li her devera ku dengê Rêber Ocalan,fikr û felsefeya wî tê bilindkirin, rastî êrîş û qetilaman tê. Li bakurê Kurdistanê her roj êrîşî HDP û HDP’iyan dikin û gefên girtina partiyê diwxin. Ew jî çima? Ji ber HDP dibêje na ji tecrîdê re. Yanî divê kurd nefesê bigirin. Lê dagirkeriya tirk nahêle kurd nefesê bigirin û îşkenceyê didomîne.
Em dîsa vegerin ser rojavayê Kurdistanê. Her ku tecrîd giran dibe, dor li şoreşê teng dikin û dixwazin bifetisînin. Rewşa Efrînê ku salvegera 3’yemîn a dagirkeriyê nêz dibe, di dema tecrîdeke giran de xirabtir bû û qetîlam pêk hatin. Dema êrîşa li ser Serêkaniyê û Girê Spiyê jî tecrîd girantir bûbû û peywendiya navbera gel û Ocalan de hatibû qutkirin. Divê her kes di ferqa vê yekê de be. Kesên ku li dijî vê nêrînê diaxivin ji kêmnezaniya xwe, bila bala xwe bidin dema êrîşa li ser Kobanê. Wê demê ji ber ku hevdîtin li gel Rêber Ocalan hebûn û dengê wî diçû gelê kurd û di sêrî de jî ciwanan, kurdistaniya xwe li dora Kobanê dan hev û yên li pişt êrîşan ketin tirs û xofê. Ji ber wê yekê ye niha nahêlin hevdîtin li gel Ocalan çêbe û tecrîdê girantir dikin. Dîsa divê em di ferqa vê de bin ku dema tecrîd girantir bûye, kurd rastî êrîşeke mezintir hatin. Ev pêvajo jî niha dixuyê. Ger tecrîd ranebe, ew ê êrîş pêk were. Ji bo ku êrîş pêk neyê, divê çalakiyên grevên birçîbûnê ku di 27’ê Mijdarê de li zindanan hatine destpêkirin werin destekkirin û girtî tenê neyên hiştin.
Tecrîda girankirî tê wateya êrîşa mezin a li ser kurdan. Ji bo ku êrîş neyên kirin, beriya ku dereng bikeve divê kurd tecrîdê bi çalakiyên mezin bişikînin. Ji ber ku dijminê kurdan û dagirker bi şev û roj plana qirkirina kurdan datînin.