Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Perşembe - 10 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Desthilatdariya AKP-MHP’ê diheje

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li gorî pêşkeftin û bûyerên diqewimin, hustûnên gelek desthilatî û rejîman diqelişîn e û dilerizîn e. Bêgûman bûyera 6’ê Çileyê ya li Kongreya DYE’yê pêk hat, hem bûyera herî dawî bû hem jî bûyera herî dengveda ye. Di heman demê de, bandora vê bûyerê, li ser siyaset û desthilatiyên cîhanê, ji hemû pêşkeftin û bûyerên cîhanî zêdetir bû.

Helbet a yekser têkildarî doza me û Tevgera Azadiya Gelê me ye ev e; Gelo çiqas bandorê li ser desthilatiya AKP-MHP’ê dike?

Têkiliyên navbera R.Erdogan û Trump tê zanîn. Her wiha, ji agahî, gotin û daxuyaniyên her du aliyan, kêm-zêde asta têkiliyên navbêna R.Erdogan û Biden jî tê naskirin.

Encamê hilbijartinên DYE jî diyar e; Trûm diçe, Biden li şûna wî rûdinê. Şêwaz û dîtinên wan ên siyasî û yên rêveberinê çendin nakok in jî tên zanîn. Êrê weke gotinek gelemperî, rastiya ku bi kesan stratejiya dewletan nayê guhertin heye. Lê ev nayê wateya ku di şêwazê rêvebriya wan de cudahî çênabe, yan jî di warên taktîkî de guhertin çênabe. Tew ku îja tebiet û uslûb û exlaqên kesan jî mirov bide ber çavan, ew cudahiyên di navbera kesên rêveber de jî zêdetir dibin.

Ma mînaka Trump, ne ya herî teze li ber çavan e? Ew exlaq û hirsa parastina berjewendiya kesan e, kesatiyek wisa tûj û êrîşkar a sînor nenas afirandiye û ew bûyera mezin a xwînrij ku tê gotin, piştî 200 sal, ev dibe cara duyemîn e pêk tê. Weke tê xuyakirin aloziyek mezin li tewaya DYE’yê çêkiriye. Ev bûyer gihişt astek wisa, êdî Trump bi xwe jî, nikaribû li ew cengawêrê wî afirandibû xwedî derketa. Ji neçarî wî jî, li dijî êrîşkaran daxuyanî da.

Îja mirov bala xwe dide hevalbendên wî yên derveyî DYE’yê, ew jî di heman zîhniyeta wî de tevdigerin û ji bo desthilatî û berjewendên xwe yên kesatî êrîşî her deverê dikin. Ji van mînaka herî dişibe ya wî ya li pêş û baldar jî R.Erdogan e.

Kiryar û êrîşkariyên desthilatiya AKP-MHP’ê yên li hundir û yên li derve ku heta niha pêk anîne, hemû paralelî siyaset û zihniyeta Trump bû, bi destûr û plana wî bû. Di van meh û rojên dawî de, hez dikir ku hinek êrîşên qirker ên xedartir, li ser Şingalê, Eyn Îsa û hwd. pir deveran pêk bîne. Lê diyar e destûr ji DYE negirtibû û baweriya Putin jî têra xwe nedît, lewma curet nekir. Belê naye wateya ku dinîtiyek dawî ya weke Trump li dar naxe, ger cesaret pêre hebe?

Piştî ketina Trump, R.Erdogan xwe piştşikestî dibîne. Halê wî niha ne tu hal e.

Ji derve, hema hema hevalên wî xelas bûn. Herî dawî Aliyev mabû, Putin bi vê pêngava dawî ya ku Paşinyan û Aliyev, kişand Moskovê li ser masa aştiyê civandin ve, R.Erdogan avêt derveyî bazarê. Ji aliyê din ve, berî çend rojan destbirayê wî Emîrê Qeterê jî, jê hat qetandin.

Ji bo xwe bi rêveberiya Biden bide qebûlkirin, gelek hewldana dike lê diyar e ev hewldanên wî nikare birîna wî derman bike. Ji ber ku xwe gelekî lewitandiye. Ne bi tenê li dijî gelê me û gelên herêmê, li dijî xwedêgiravî dost û hevalbendên xwe jî gelek bêrêtî, bêzagonî daye meşandin. Lewma ketiye bin xetera cezayên DYE û YE’yê.

Niha ji bo ku hem xwe bi rêveberiya nû ya DYE û hem jî xwe bi YE’yê bide pejirandin û wan cezayên xwe bide rawestandin, bi lez û bez ketiye nava xebatê û lebatê. Ew qebedayîtiya wî nema ye, her roj bi daxuyaniyên nermî jî li ber wan digere, hema bi kurtayî bi naverokek wisa; weke bêje “hema hûn min ceza nekin û desthilatiya min ji dest min negirin, hûn çi bixwazin ez li ber we amade me, ezbenî” û hwd.

Li hundir jî halê wî xerab e; navbera wî û Bahçelî jî têkdiçe. Ji bo hinek hevalbendiyên nû, li gel hinek kes û partiyên bi çûk ketiye nava danstandinan. Ji bo alternatîfa Tevgera Azadiya Kurd jî çêbike hewl dide. Bi hinek partiyên kevn ên dewama hizbulaha kurd re têkiliyên nû datîne, dixwaze hinek partiyên nû ava bike û hwd.

Lê belê weke diyar dibe, ne li hundir û ne jî li derve pere nake hewldan û xebatên wî. Êdî dîwarê desthilatiya AKP-MHP’ê jî diheje, dibe ku aqûbeta wî ne dûrî ya Trump be.

Nûçeyên Têkildar