Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ger kurd li Kerkûkê bi yek lîstê tevlî hilbijartinê nebin wê çi ziyana xwe hebe?

Sibe dema ku ji bo avakirina hevpeymaniya hizban a ji bo hilbijartinên 6’ê Hezîrana îsal ên parlementoya Iraqê hatî diyarkirin, bi dawî dibe

Navenda Nûçeyan

Lê heta niha li başûrê Kurdistanê û deverên dikevin nava sinorê madeya 140’an de ti hevpeymaniyek nehatiye ragihandin. Berpirsên aliyên siyasî û çavdêr jî diyar dikin li Kerkûkê fire lîste (gelek lîste) wê ziyanê bi kurdan bigihîne û herî kêm wê du kursî ji destê kurdan derkevin.

Sibe dema ku ji bo avakirina hevpeymaniya hizban a ji bo hilbijartinên 6’ê Hezîrana îsal ên parlementoya Iraqê hatî diyarkirin, bi dawî dibe. Her çiqas civîn û hevdîtinên navbera aliyên kurdî berdewame, lê heta niha jî ti hevpeymaniyek nehatiye ragihandin.

Deverên dikevin nava madeya 140 bi taybetî jî Kerkûk cihê sereke yê pêşbaziya nava aliyê kurdî û hizbên din ên Iraqê ne. Di rojên borî de aliyên kurdî ji bo amadekariyên hilbijartinê çend civînek lidarxistin. Lê heta niha jî biryar nehatiye dayîn ka wê aliyên kurdî bi yek lîstê tevlî hilbijartinê bibin yan jî bi gelek lîstan tevil bibin.

Herî dawî di 12’yê çile de aliyên kurdî li Baregeha Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şuî) ya Kerkûkê civiyan. Di vê civînê de, Berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê yê Kerkûkê Şêx Sedîq Ehmed ji bo li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser lîsteyek hevbeş biaxive hate erkdar kirin. Lê heta îro jî bersiva PDK’ê ji bo aliyan û raya giştî nehatiye eşkerekirin.

Lê li gorî zanyariyên bi destketine, duh şendeya PDK’ê li Hewlêrê li gel YNK’ê û Tevgera Goran civiyaye û pêşniyara lîsta hevbeş ji wan kiriye.

Li gorî heman zanyariyan, YNK zêde bi germî nêzî vê pêşniyara PDK’ê nebûye, ji berku wisan difikire ku li Kerkûkê piraniya Kursiyan yên wê ne, pêwîst nake partiyên din bibin şirîkê wê.

Têkildarî hewildanên partiyên kurdî yên Kerkûkê, Berpirsê Malbenda Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistan a Kerkûkê Resûl Reuf, da zanîn hewildanên partiyên kurdî yên ji bo avakirina lîstek hevbeş kêmin û got, bi qasî ku aliyê Ereb amadekariyan ji bo hilbijartinê dikin, kurd ewqas amadekariyan nakin.

Resul Reuf destnîşankir ger kurd li Kerkûkê bi yek lîstê tevli hilbijartinê nebin, dibe kursiyek yan jî du kursiyan wenda bikin.

Di derbarê ziyanên fire lîste de jî Resul Reuf got; “Fire lîste li gorî bazinên hilbijartinan tê guhertin. Dibe ku di bazinê yekê de bandora fire lîste nebe ku pênc kursî taybetin bi deverên kurd nişîn. Lê di bazinê duwem de ku dikeve navenda bajarê Kerkûkê, çar kursî hene û pêşbaziyek zêde li vî bazinî de wê di navbera kurd, ereb û tirkmenan de çêbe. Ger kurd bi yek lîstê tevli hilbijartinê nebin wê metirsiya ji destdana van çar kursiyan hebe. Lê ger kurd bi yek lîstê tevil bibin wê metirsî kêmtir be, ji berku di nava pêşbaziyan de bajaroka Leylan û Doqoq jî hene. Bi yek lîstê tevil bibin wê du kursiyên navenda bajêr bikevin destê kurdan.”

Hilbijartinên vê carê wê li gorî sîstema fire bazinî were lidarxistin. Li gorî vê Kerkûk bi tevayî bajarok û navçeyên xwe ve bi ser pênc bazinan de hatiye belavkirin. Bajarê Kerkûkê bi xwe bi ser sê bazinan de hatiye belavkirin. Navçe û bajarokên wê jî bi ser du bazinan hatiye dabeşkirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar