Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Niha jî tişta ku nikaribûn bi KHK’yan bikin, dê bi rêya qanûnan bikin

Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Amedê Mûharrem Şahîn, ji bo qanûna ku rê li ber tayinkirina qeyûman vekiriye anî ziman ku dê bi vê re azadiya fikr û rêxistinbûyînê bê astengkirin

Navenda Nûçeyan

Şahîn got: “Tişta ku nikaribûn bi KHK’yan bikin, dê bi rêya qanûnan bikin.”Nerazîbûn û bertekên li dijî qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman vedike didomin. Bi vê qanûnê re dê karibin qeyûm tayinî komele û weqfan jî bikin.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ê Şaxa Amedê Parêzer Mûharrem Şahîn, anî ziman ku berê komele bi KHK’yan dihatin bêerkkirin, niha jî dê bi qeyûman wan bêerk bikin.

Şahîn, destnîşan kir ku bi tayinkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP’î û HDP’î, pirsgirêkên mezin rû dane û bi van tayinkirinan re derb li demokrasiyê ketiye. Şahîn, anî ziman ku tayinkirina qeyûman veguheriye awayekî rêvebiriyê û got: “Lê divê em li dijî vê bêedaletî û bêhiqûqîtiyê rabin. Heger em li ber ranebin, wê ev yek berê xwe bi me de. Em nikarin pergala civakê bi polîs û eskeran pêk bînin, ancax bi demokrasî û hiqûqê pêkan e.”

Bêhiqûqîtiyê rewa dikin

Şahîn, diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûnên torbeyî qanûnên bêhiqûqî dihewînin û bi vî awayî tê xwestin ku bêhiqûqîtiyê rewa bikin. Şahîn, anî ziman ku niha jî ji bo rêxistinên civaka sivîl û komeleyan pêşî li ber tayinkirina qeyûman vekirine. Şahîn, destnîşan kir ku ev yek tiştekî kêfî ye.

‘Ne ji bo mifha civakê ye’

Şahîn, destnîşan kir ku êdî bi beyanên “şahidên nepen” dê karibin qeyûman tayinî komeleyan bikin û got: “Ev qanûneke pir şaş e. Dijî hiqûqê ye. Gava qanûn bên çêkirin divê mifha civakê esas bê girtin. Lê belê qanûnên bi vî rengî ne ji bo mifha civakê ne.”

Şahîn, destnîşan kir ku tayinkirina qeyûman dijî Qanûna Bingehîn û peyman navneteweyî ye û got: “Serokomar, divê rîayetî hiqûqa welatê xwe bike. Gava ev tune be, wê kesên di burokrasiyê de bi rihetî derî hiqûqê tevbigerin.”

‘Rêveberiyeke wiha, ne rêvebirî ye’

Şahîn, bibîr xist ku berê komele bi KHK’yan hatibûn girtin û bêerkkirin û got: “Niha jî tişta ku nikaribûn bi KHK’yan bikin, dê bi rêya qanûnan bikin. Lê belê feraseta qeyûmtiyê rêvebriya herî hov a cîhanê ye. Rêvebiriyeke bi vî awayî, ne tu rêvebirî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar