Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parlamenterên HDP’ê: Bibin dengê girtiyan

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûn a li girtîgehan û wiha got: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyan.”

Parlamenterên HDP’ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ku girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin û di roja 50’emîn de didome, li meclise civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku sedema bingehîn a greva birçîbûnê tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyan e û wiha got: “Divê tecrîd û bêhiqûqên li girtîhan dewam dikin bi dawî bibin. Bi hezaran girtiyên siyasî îro 50 roj in li dijî bêhiqûqî, tecrîd, îşkece, binpêkirinên mafên mirovan, nêzîkatiyên keyfî û cezayên disîplînê di greva birçîbûnê de ne. Girtî dixwazin sûcên tecrîd û îşkenceyê bi dawî bibin. Girtî desthilatdariyê vedixwinin hiqûq, demokrasî û mafê mirovan. Ev hemû daxwazên girtiyan meşrû, hiqûqî û demokratîk in.”

‘Tecrîda li ser Ocalan pergalî bûye’

Koçyîgît bal kişand ser binpêkirinên mafan ên Rapora Îmraliyê ya Sala 2020’an a Baroya Hiqûqê ya Asrînê û ev tişt anî ziman: “Li Girtîgeha Îmraliyê, hemû mafên Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li giravê dimînin ji holê hatine rakirin. Tecrîteke daîmî li Îmraliyê heye. Pergala Îmraliyê di tu pergala hiqûqî de tuneye. Tecrîd îşkenceya herî giran e. Ev tecrîda li ser Ocalan bi pergalî bûye. Bi vê yekê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin. Em baş dizanîn ku desthilatdarî dixwaze xwe bi şer, dizî, talan û dagirkeriyê rêveberiya xwe bike meriyetê.”

Tecrîd sînorê Îmraliyê derbas kiriye

Di berdewamê de Koçyîgît da zanîn ku tecrîd êdî sînorê Îmraliyê jî derbas kiriye û ev peyam da: “Bi tecrîdê re pirsgirêkên giran jî pêş ketin. Sekna me ya li dijî tecrîdê, aştî, çareserî û daxwaza muzakereyê ye. Em ê her tim di vê polîtîkaya xwe de bi israr bin. Girtî ji aliyekê ve li dijî tecrîdê derdikevin û li aliyê din jî mafên xwe diparêzin. Divê tecrîd rabe û mafên girtiyan bên dayîn.”

Binpêkirinên li girtîgehan

Koçyîgît bal kişand ser zextên li ser girtiyan û wiha pêde çû: “Di raporan de hatiye belgekirin ku girtiyên nexweş nikarin bi serê xwe bijîn. Mirina wan a li girtîgehan çav jêre tê girtin. Bi dehan gritî terkî mirinê hatine kirin û wekî kêmasî nayê dîtin. Girtiyên siyasî di pêvajoya pendamiyê de ji derfetên paqijiyê mahrûm tên hiştin. Îktîdar bi lêgerînên tazî rûmeta girtiyan dişkîne, ji binçavkirinê heta girtinê vê pêkanînê belav dikin. Girtî li girtîgehê bi kamerayan têne şopandin. Dîsa cezayên hucreyê û dîsîplînê li wan dibirin. Dîsa ‘Lijneya Hal ê Baş’ li gel girtiyên cezayê wan xelas bûye jî bi awayekî keyfî dîsa ceza li wan dibirin û wan di di girtîgehê de dihêlin. Li ser girtiyên siyasî ‘poşmanî’ û ‘sîxuriyê’ ferz dikin. Kesên li dijî lêgerîna tazî û pêkanînên dermiroavî li ber xwe didin wan dîsa ceza dikin. Di lijneyê de erkdarê baro û parêzerên bersûcan cih nagirin. Dikarin 2 caran rapor amade bikin û her carê 6 mehan girtina girtiyan dirêj bikin.”

‘Daxwazên wan daxwazên me ne’

Her wiha Koçyîgit bal kişand ser daxwazên girtiyan û destnîşan kir ku daxwazên girtiyên di çalakiyê de daxwazên wan in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwazên girtî tînin ziman di heman demê de daxwazên me ne. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar