Navenda Nûçeyan
Êrîş û wêrankirina xwezaya Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Li herêma Şirnexê di çar mehên havînê de daristan hatin şewitandin û hatin birîn. Herî dawî bajarokê Sêgirikê yê QiIebana Şirnexê 500 pezkoviyên ji aliyê cerdevanan ve hatibûn qetilkirin. Niha li herêmê jî li qûntarê çiyayê Cûdiyê ava qirêj a kanên komirê, diherike nava Newala Nerdûşê û avê qirêj dike. Ev av jî ji Newala Nerdûşê diherike nava Çemê Dîcleyê. Ava ku ji kanên komirê dertê dibe sedem ku çemê li vê newalê wek komirê biherike.
‘Nêrgûş wek ava komirê diherike nav Dîcleyê’
Nêrdûş ji aliyê Şirnexê ji qûntara çiyayê Cudî derdikeve û li ber dehan gundan de derbas dibe û li deşta Silopî û Cizîrê re diherike nava Çemê Dîcleyê. Ji ber ku ava li newalê bi komirê diherike xelkê herêmê mexdûr bûn. Ji ber ava qirêj welatî nikarin sewalkarî û cotkariyê bikin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ji sala 2015’an û vir de êrîş û talankirin li dijî xwezaya Şirnexê didome û got: “Ev nêzî du sale jî newala Nêrdûş weke komirê av diherike. Ava kanên komirê yên li qûntara çiyayê Cudî diherike nava newala Nêrdûşê, newala Nêrdûş jî bi vê ava komirê ya qirêj dikeve nava Çemê Dîcleyê. Gundiyên me yên li herêmê jî ji vê yekê nerazî ne û nêzî du sal in jî mexdûr in. Li gel hemû hewldanên me û bertekên xelkê herêmê jî ev pirsgirêk nehat çareserkirin. Berî niha saziyên dewletê soz û bext dabûn ku vê pirsgirêk çareser bikin. Lê weke her demê xwedî soz û bextên xwe dernektin û du sal in ava li newala Nêrdûş weke komirê diherike.”
‘Du sal in welatî nikarin avê bikarbînin’
Kaçmaz bilêv kir ku xelkê herêmê jî vê avê weke ava vexwarin, ji bo sewalan û cotkariyê bikartîne û wiha pê de çû: “Ev du sale xelkê herêmê ji vê avê bê parin û bi tu awayî nikarin bi kar bînin. Xelkê herêmê vê qadê weke seyrangeh bikardianî û ev newal dibû bêhna gel. Ne tenê xelkê herêmê ji vê avê bêpar bûye, zîndewarên di nava avê de jî yek bi yek dimirin. Masî û zîndewarên din ji ber vê ava qirêj jehrî dibin û qada wan ya jiyanê hatiye talankirin. Heta ku newala Nêrdûş negihêje rewşa xwe ya berê em ê şopdarê vê bin û em ê her tim rûyê wan yê qirêj teşîr bikin.”
‘Li ser xwezaya Kurdistanê polîtîkayên teybet tên meşandin’
Kaçmaz anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê xwezaya Kurdistanê ji xwe re veguherandiye rantê û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Bi taybetî ji sala 2015’an û vir de êrîşên dijwar li ser xwezaya Kurdistanê tê meşandin. Li Şirnexê bi taybet çiyayê Cudî û Gabar bi destê dewletê tên şewitandin. Di havîna buhrî de zêdetirî 50 caran agir bi daristanên çiyayê Cudî ket û dar hatin birîn. Ev polîtîka tenê li dijî kurdan pêk tê, kesên vê polîtîkayê didin meşandin jî ne tenê ji kurdan ji xwezaya Kurdisatnê jî acizin. Dixwazin tolê ji xwezayê jî bistînin. Ev polîtîkayek taybete ku li Kurdistanê tê meşandin. Bi vê yekê dixwazin li herêmê jiyanê li gel teng bikin û derfetên jiyanê nehêlin. Hikûmet dixwaze bi vê polîtîkayê gelê herêmê hewceyî xwe bike. Hêviyek dewletê wiha heye, lê gelê kurd ji vê polîtîkayê agahdare û tewûzê ji vê yekê re jî nade.”
‘Kanên komirê bûne makîneyên qetilkirina karkeran’
Di berdewama axaftina xwe de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bal kişand li ser kanên komirê yên di demên dawî de bûne weke makîneyekî qetilkirina karkaran û wiha got “Li herêma Şirnexê zêdetirî 100 kanên komirê hene û li van kanan jî tu ewlehiya karkeran tune. Li herêmê çiya û zozanên Kurdistanê dibin qadên leşkerî. Ev qad ji aliyê dewletê ve têne qedexekirin. Li herêmê tu derfetên kar nemane ji derveyî kanên komirê. Weke tê zanîn herêma Şirnexê berê de debariya xwe bi çandinî û sewalkariyê derbas dikir. Lê mixabin zozan û çiyayên Şirnexê hatine qedexekirin. Weke tê zanîn herêm ji aliyê komirê ve dewlemende û ev dewlemendiya wê jî dibe para alîgirên AKP’ê. Lê mixabin kesên di van kanan de jî jiyana xwe ji dest didin xelkê xizan e. Tu mafê kesê tuneye ku bibêje bila kanên komirê were girtin. Lê divê ewlehiya karkeran were girtin. Ji ber ku di aliyê aborî de gelê me neçare di van kanan de bixebite. Ji ber ku dewletê li herêmê tu şand nehêştiye ji gel re.”