Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Çîroka portreya ‘zaroka digirî’

Bêgûman pîraniya kesan ev portre an jî wêneya “zarokê digirîn”, nas dike. Demek dirêj pir mode bû û di malên gelek kesan da li dîwêr daliqandîbû lê piraniya kesan çîroka wê tabloyê nizanîbûn an jî nizanin, a rastî ez jî yek ji wan bûm, li mala me jî du tabloyên wîsa hebûn yek keç yek jî law bû. Her carê min li tabloyê mêze dikir ez xemgîn dibûm lê min ev tablo ranekerin wîsa li quncik daliqandî ma.

Dema me sê sal şûnve mala xwe guherand min biryar da ez ê wan tabloyan bi xwe re nebim mala nû. Bêgûman sebebên min jî hebûn, her carê ez ji odê derdiketim li hemberî min du zarokên xemgîn hebûn û digiriyan çiqas jî ne zindî bin, wiya gelek min bandor dikir. Min wan tablo da kê niha nayê bîra min lê ser de sal derbas bûn rojek dema min lekolîn dikir ez rastê wan wêneyan hatim û min çîroka wêneyê xwend. Ya min femkir ew bû ku gelek kes wek min ketine nava hisên negatîf.

Beriya ez biryara mijara nivîsa xwe heftane bidim min li arşîva xwe ya wêneyan mêze dikir wekî hûn dizanin jiyana me hemûyan tengav bûye, alternatîfên me zêde nîn in an em lekolîn dikin an kar û barên malê û zarokan ra bilî dibin an jî sosyal medyayê digerin. Ya rastî me biriya jiyana xwe ya beriya kiriye ji ber vê sedemê em li wêneyên xwe yên beriya digerin û demek wîsa da ez rastê wan wêneyên li diwêr hatim min biryar da ez ê îro çiroka wan wêneyan binivîsim.

Gelo ev zarok kî ye, çima digirî, kê ev wêne xêz kiriye?

Destpêka derketina van tabloyan hîn jî nayê zanîn. Wênesaz bi xwe jê re digot “Çerxa qereçî” ku gelek portreyên zaroka digirî nîşan dida. Hîn jî ne diyar e ka çima wî wan wiha binavkiriye. Beriya her tiştî, zarokên ku di portrê de hatine xuyandin bi tevahî ji cuda ne gorî binavkirina wî. Wêneyê tirsê, êşê, bêhêvîtiyê û hesretê ewqas bandor li mirovên asayî kir ku hunermend bi xwe wekî mirovek xerab hate hesibandin. Lê belê, populerbûna van karan di salên 70 û 80‘î de zêde bû. Ev hilberîn ji hêla hem mirovên xizan hem jî dewlemend ve tê kirin.

Pêla yekem a panîkê bi nivîsek di rojnameya Brîtanî The Sun de dest pê dike. Di wê de, nivîskar qala May û  Ron Hall dike ku li Rotherham dijiyan. Ev îdîa dikin ku pîştî wan wê tabloyê kiriye  xaniyê wan şewitiye û tenê dîwêrê ev wêneye ku zaroka digirî lê dalîqandî neşewîtiye.

Efsaneyek bajarî li welat belav dibe gelek kes wan portreyan wek portreyê  “nifir”, “gendelî”, “portreya kabûsê” bi nav dikin û îdia dikin ku malên wan ji ber wan portreyan şewitiye. Li ser wan nûçeyan li Îngilistane nezî 2000 ji wan wêneyên zaroka digirî tên şewitandin û tu tiştek nabe.

Kesen ku ezoterîst dibêjin ku ev portre bixwe dikarin bibin sedema şewatan. Dema ku portreyek destanî ya kesek tê nivîsandin, beşek ji giyanê wî li ser kaxezê tê morkirin. Di nav hemû gelan de gelek efsaneyên di derheqê portreyên lanetkirî de hene ku sêrbazên tarî dikarin mirovan bixwe mohr bikin an jiyana xwe bi wan ve girêdin.

Hîn ne diyar e ku çima zarok li ser wêneyê digirîn. Versiyona  herî gelemperî ev e ku hunermend bi taybetî wan ditirsand, ditirsand û dûv re wan boyax dikir. Rûyên zaroka bi tirs, çavên fireh tijî girî, kîn, bêhêvîtî. Dil dişewite dema li wê dinihêre.

Ev wêne ji hêla wênesazê bi navê Bragolîn ve hatî çêkirin, ev wekî Franchot Sevilla, Giovanni Bragolîn anjî wek Bruno Amadio jî tê nas kirin. Amadio di 11’ê çileya sala 1911´an li Venedîkê ji dayik bûye. Di xortaniya xwe da eleqeya wî bi hunerê re çêdibe û li bajarê xwe huner dixwîne. Lê belê, dev ji perwerdehiya zaningehê  berdide û  dest bi kariyera xwe ya serbest dike. Wî gelek wêne xêz kiriye, gorî texmînan di navbera 1000 heya 2000 wêneyên zarokên digirîn  xêz kiriye. Lê ji wan tenê 65 tên naskirin. Amadio di sala 1981´an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe wenda dide.

Niha, em dikarin bêjin ku ji bilî înternetê ev portre li cihên din nemane. Ne hunermend Bragolîn ne jî portrên wî hene, ya di hişê me da ma ye “Zaroka digirî” bi lêv û pizrikên şilkirî û hêstirên li ser rûyên wî yên gumgumokî bi xemgînî li me dinihêrî.

Dema min îro li derva nihêrî min zarokên kêfa berfê derdixistin dît û ya bala min kişand ken ji rûyê wan dibarî. Bila hemû zarok bikenin û bila her der ji wan re bibe cihê rûnekî, kefweşî, aramî û aştiyê.

Li ser wiya gotina Aram Tîgran hat bîra min.

Heker ez carek din werim dinyayê, ez ê hemû tang, tifing û cekan bihelînim, bikim saz, tembûr û zirne….

Nûçeyên Têkildar