Balkêş e çend salên dawî bi yek carî nêzîkatiya Rêveberiya Başûr a li ser welatiyên Bakur û Başûr dîsa heta welatiyên Mexmûrê bi yek car hatiye guhertin û bi çavê ‘terorîstî’ û nêzîkatiya ‘terorîst’ tê raberkirin.
Sedem çi bû ku di carekê de ev helwest hate nîşandan? Kê di guhê rêveberên Başûr de bang da ev helwest hate nîşandan? Mijara pirsînê ye. Ji ber ku xelkê Mexmûrê yek ji welatparêzên ji bo doza xwe ya bi maf her tişt li pey xwe hişt û penaberî hilbijartiye, di nava kurdan de weke sembola berxwedana doza bi heq jî tê nasîn.
Vî gelî piştî qonaxên dijwar ên penaberiyê herî dawî li devera Mexmûrê tê nasîn di nava şertên giran de gihişte asta îro. Di encamên lihevkirin û mijarên dîplomasî de piştî rejîma Sedam Huseyîn rêya ber bi bajarên başûrê Kurdistanê vebû. Heman demê rêya karkerî û debarê li gel xwendinê jî peyda bû. Ji sala 2005’an û vir ve aktîf welatî û xwendekarên Mexmûrê li Hewlêr û bajarên din dest bi kar û xwendinê kirin. Hema bêje piranî di her beşan de xwendine û mezûn bûne. Dîsa di gelek mijarên êrîşên li ser çi Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava de pêşengtî ji çalakiyên protestoyî re kir û hewl dan nirxên bi xwîna şehîdan hatî avakirin bên parastin. Çanda berxwedanê ya gelê Bakur û dîsa Botanê bi berxwedana gelê Başûr re bike yek. Lê mixabin em dibînin îro tevî vê yekê ew xwendekar û welatî weke ‘terorîst’ tê nasîn û rêgiriya xwendinê ku mafekî rewaye û karkirinê tê girtin.
Li aliyê din ev nêzîkatî bi taybet piştî êrîşên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê û şûnde salên dawî dijwar bû û lihevkirinên di navbera rêveberiya PDK û Tirkiyeyê de hatî kirin, bû sedem ku ev astengî û rêgirî zêdetir bibe. Helwesta rêveberiya Başûr ku zêdetir PDK û malbata Barzanî dikin, ne tenê li ser mexmûriyan, dîsa li gel rojavayî, bakurî û dîsa heta li ser Başûr û Rojhilat jî bê guhertin.
Di pêvajoyên hesas û qonaxên têkoşînê de ku man û nemanê diyar dike, rêveberiya PDK’ê ciwanên Başûr, Bakur û Rojava ji bo biçin tev li berxwedanê bibin, girtin. Ev yek di qonaxa Şoreşa Rojava de herî zêde derket pêş. Dîsa li aliyê din welatiyên Bakur ji ber xebatên siyasî penaber bûne û dozên siyasî berê xwe dane Başûr tên girtin û îşkencekirin.
Her ku êrîşên li bakurê Kurdistanê dijwar bûn, rêveberiya PDK’ê jî zextên xwe yên li ser welatiyên bakurê Kurdistan û nêzîkatiyên li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi rêya avakirina çeper û navendên ji îstîxbarata tirk tije kirin û dîsa ‘Pêşmergeyên Roj’ zêdetir kirin. Bi sedan welatiyên bakurî girtî ne û heta gelek ji wan li ser daxwaza Tirkiyeyê hatine radestkirin. Dîsa gelek kes birin ser sînorên Rojava ji başûrê Kurdistanê dersînor kirin. Ji ber ev yek bi raya giştî re nayê parvekirin, nayê zanîn bê ka heta niha çend kes welatiyên bakurî li girtîgehên Başûr hene û dîsa çend kes dersînor kirine.
Li aliyê din sîstema cerdevaniya li bakurê Kurdistanê ku ji salên 90’î ve heye, di salên dawî de rêveberiya Başûr hewl dide li gundên sînor ji bo tesfiyekirina PKK’ê vê yekê pêkbîne. Dîsa torên sîxuriyê çawa li Bakur hatine zêdekirin û bi bertîl û şantajan tên sîxûrkirin, Başûr jî hema tiştê li herêmên sînor dike. Gelo ev yek bi dengê rêveberiya Başûr û hikûmetê tê kirin? Yan jî bi PDK’ê tê kirin? Çi bû ku PDK serî li vê rê û rêbazê dide? Gelo rastî PDK vê dike yan hinek din vê bi wan dide kirin?
Yek ji mijarên din ên balkêş jî ew e ku demê dawî nêzîkatiya PDK’ê ya yek car a li ser xelkê Mexmûrê ye. Di nava van sal û nîvê de ku dorpêç pir asê heye. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser ekranên televîzyonan daxuyanî da û got; ‘Me bi dehan kesên PKK’î ku hewl didan êrîşên sûîkastê û êrîşî navendan bikin girtine’ lê derket holê ku kesên Mesrûr Barzanî qala wê dikir, karkerên Mexmûrê û xwendekar in, li ser rê girtine. Welatiyên piştî bi rojan bê guneh hatin girtin û nêzîkatiyên xirab lê kirin. Piştî derketin anîn ziman û gotin; ‘Li girtîgehan nêzîkatiyên ‘terorîstî’ li me dikirin. Em li nava hucreyên DAIŞ’ê bi cih kirin’. Ev yek helwestekî ya dijminaneye ku raberî xelkê Mexmûrê tê kirin. Welatiyên ji bo debara xwe bikin, weke ‘terorîst’ pênasekirin û dîsa ji ‘êrîş û sûîkastan’ sûcdarkirin, nîşaneya bê ka helwestek çawa ya li dijî wan dide nişandan e. Gelo çi bû gelê ku serokê demê yê PDK’ê Mesûd Barzanî spasî kir, niha weke ‘terorîst’ tên pênasekirin û ev nêzîkatî tê nîşandan. Ev yek helwesta PDK’ê ye? Yan jî nêzîkatiyên şexsî ye? Dîsa kîjan kes û hêz vê dike ku ev nêzîkatî raberî gelê welatparêz bê nîşandan, bike? ev pirs li benda bersivê ne.
Dîsa di nava du mehan de 2 welatiyên Mexmûrê ku dem û cihên cuda yên bajarên başûrê Kurdistanê hatibûn girtin, bi rengekî gumanbar li girtîgehên Başûr jiyana xwe ji dest da. Ev yek pir balkêş e. Berî niha Hacî Haydar û herî dawî jî Metîn Adogît li girtîgehên Başûr bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Gelek îdîa digerin. Rêveberiya Başûr û bi taybet hikûmeta başûrê Kurdistan û Parlementoya Başûrê Kurdistanê divê derbarê vê mijarê daxuyaniyek bide û zelaliya vê mijarê raber bike.
Dema ku mirov li rewşa bakurê Kurdistanê êrîş û nêzîkatiya rejîma faşîst a tirk dinêre û dîsa li bûyer û pêşketinên li başûrê Kurdistanê bi serê welatiyên kurd ên parçeyên din dinêre, ne ji hev cihê ye. Kurdên li Bakur ji ber doza azadiyê tên girtin û îşkencekirin, li Başûr jî heman tişt dibe, girtî di zindanên Tirkiyeyê de girtî di darbestan de tên berdan, li Başûr jî girtî bi darbestan derdikevin. Sîstema cerdevaniya li Bakur tê kirin, hewl didin niha li Başûr jî bidin pêkanîn. Nêzîkatiya li kurdan, di polîtîkayên PDK’ê de li Başûr ne ji yên Bakur bi serê kurdan têni cihê ne. Ev jî pirsa gelo sîstema li Tirkiye tê rêvebirin li Başûr jî heman sîstem e? Başûr bûye Tirkistaneke biçûk!? derdikeve pêşiya mirov.