Navenda Nûçeyan
Bawer Berşev ê Endamê Sekrterya Tora Ziman û Çanda Kurdî bi boneya 21’ê sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî derbarê xebatên xwe de agahî da. Berşev ragihand ku ew ê di 21’ê sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de li ser platformên medya sosyal de bi sernavê “Ez di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazim” kampanya îmzeyan a onlîne bidin destpêkirin û wê kampanya bi tevahî rêxistinên kurdan û komên ziman re birêve bibin.
Berşev anî ziman ku li seranserî netewî cara ewil e ku bi kampanyayek wiha dê xwe bigihînin milyonan kesan û got: “Îmzeyên em ê berhev bikin, em ê bişînin Parlamentoya Tirkiyê. Em ê ji cihê eleqedar re bêjin va ewqas însan daxwaza zimanê xwe dikin.”
Starta kampanayayê 21’ê sibatê ye
Berşev destnîşan kir ku wan li ser platformên medya sosyal ji bo zimanê kurdî bibe dersa hilbijêr jî xebat birêve birine û got: “Em ê kampanya ‘Ez perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazim’ wek xebatek din deynin pêşiya xwe. Nêzî hefteyekê ye em xebata vê birêve dibin. Hêj li ser vê kampanyayê xebatên me didomin. Vê kampanyaya em ê li seranserî welat birêve bibin pir girîng e. Çimkî merhaleya em gihîştinê pirsgirêka ziman pir pirsgirêkek girîng e. Heta em perwerdehiya zimanê zikmakî bi dest nexin, em ê nikaribin tiştek ji bo ziman bikin. Em ê kampanyayê roja 21’ê sibatê ragihînin û starta wê bidin. Em ê kampanyayê heta 15’ê gulanê Roja Zimanê Kurdî birêve bibin. Ji bo em heta wê rojê çend saziyan beşdarî vê xebatê bikin li serê em dixebitin. Em bi vê kampanyayê herî kêm milyonek îmze dikin armanca xwe.”
Berşev anî ziman ku armanca herî mezin a gelê kurd ew e ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî were dayîn û di serî de kurd û gelên din hemû divê destekê bidin kampanyaya wan.