Ragihandina kurd xwedî kevneşopiyeke salên dirêj e. Bi taybetî jî di van deh salên dawî de sazî û dezgehên çapemeniya kurd hem li Kurdistanê, hem jî li derveyî Kurdistanê gelekî zêde bûn. Ev sazî û dezgeh li gorî pêdîvî û xweseriyên qad û herêman hatin sazkirin. Bi zêdebûna dezgehên ragihandinê re artêşeke qerase a nûçegîhan, rojnamevan û nivîskaran jî derket holê. Ev çendî mezinbûna çapemeniya kurd biqasî derfetan, di warê tanzîm û rêxistinkirinê de kêm ma. Bi taybetî jî di van deh salên dawî de ku welatê me bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, rol û girîngiya medyayê, bandora wê ya li ser civakê û her wiha kêmasiyên wê hîn bêtir xwe dan der.
Yek ji wan kêmasiyên sereke ku her tim di rojevê de ye, nebûna ziman û weşaneke hevbeş e. Di vê mijarê de gelek nêrînên cîhêreng hene. Heta gelek rojnamevan nerazîne ku çapemenî girêdayî hizb an jî partiyan in. Lê belê di vir de ya tê paşguhkirin an jî neditîn ew e ku ne li Kurdistan, ne jî li cîhanê tu dezgeheke çapemeniyê ya qaşo “serbixwe” tune ye. Her dezgehek ji wan xwedî îdeolojiyek e û yekser nebe jî girêdayî deverekê ye. Niha di rewşa Kurdistanê de ev yek hîn bêtir berçav e, ji ber ku mixabin welatê me dagirkirî ye û li welatê me her şer e. Lewma jî di çarçoveya vê rastiyê de pêşî hizb û partiyên siyasî çêbûn û paşê dezgehên ragihandinê hatin avakirin. Di vir de ya girîng ew e ku bi hezaran sazî û dezgehên çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd heta kîjan radeyê gihiştin ûslub, ziman û weşangeriyeke hevbeş ku berjewendiyên giştî yên neteweya Kurdistanê esas digire?
Di demeke de ku li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê gengeşiyeke mezin heye, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di mijara hevbeşbûna medyaya kurd de konferansek organîze kir û bi vî awayî xebateke din a hêja li xebatên xwe yên yekitiya neteweyî zêde kir. Konferans şemiya bihûrî bi awayekî online pêk hat û bêtirî 100 rojnamevanên ji çar hêlên welêt û derveyî welêt lê amade bûn. Beşdarên konferansê di jêr navê ‘Rola rojnamevanan a di stratejiya ewlehiya neteweyî, derfet û astengiyan’ axivîn. Rewşa medyaya kurd a li çar hêlên Kurdistanê, pirsgirêkên sereke yên medyaya kurd û rola medyayê ya di demokratîzekirina civakê de yek ji mijarên sereke yên konferansê bûn.
Eger mirov bi awayekî giştî li tabloya derketî holê binêre, mirov dikare bibêje ku di piraniya mijaran de rojnamevan hemfikir bûn. Piraniya beşdarên konferansê pêşniyarkirin ku sîwaneke rojnamevanên Kurdistanê ya ji hemû sazî û dezgehen bê avakirin, rêgez û pîvanên rojnamevaniyê bên danîn û her wiha mafê rojnamevaniyê jî bê parastin. Bêguman di konferansê de gelek saziyên ragihandinê ku ewlehiya neteweyî berçav nagirin, pişta xwe didin desthilatdaran, cînsiyetperest in û nirxên gelê kurd piçûk dikin jî hatin rexnekirin.
Tevî şert û mercên pandemiyê, tevlibûna konferansê ya hempîşeyên min û dewlemendiya gotûbêjan a di warê zimanê hevbeş de gelekî hêja bû. Bêguman kêmasî jî hebûn lê bi ya min anîna cem hev rojnamevanên kurd û nêrîneke hevbeş derxistin karekî baş bû ku KNK pê rabû. Ne tenê di warê nîqaşan de, her wiha di hêla manewî de jî bandor li ser beşdarên konferansê kir. Lewma jî mirov dikare vê xebata KNK’ê weke gav an jî bingehek bi nav bike. Hêvîdar im ev xebat bê daîmîkirin û di demên pêş ên rojên bê korona de li Kurdistanê bibe wesîleya konferanseke berfireh. Bi boneya konferansê û vê nivîsê, pakrewanên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Ew ê pênûsa wan tu carî li erdê nemîne û em ê her li ser rêya heq bin.