Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî qedeya kurtajê ya bi fîîlî pêşniyaza lêkolînê da Serokatiya Meclisê. Gulum di pêşniyaz lêkolîna xwe de destnîşan kir ku mafê kurtajê ji aliyê peywirdarên cemaweriyê yên li dijî kurtajê ve tê astengkirin û xwest ku nexweşxaneyên cemaeriyê yên kurtajê bi awayekî fîîlî qedexe kirine û sedemên wê bên lêkolînkirin. Her wiha Gulum bi armanca ku xizmeta kurtajê ya li gorî daxwazê bergirî bên girtin lêkolîna meclisê xwest. ENQERE