Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

De kerem bike Biden!

Pergala DYA’yê bi saya aboriyeke xurt bi gelemperî aram e. Di vê hilbijartina 3’yê mijdarê de aramiyê rê da çelqîn û tevliheviyan. Piştî çar salên desthilatdariya Trump a serberedayî û hêzparêz-hegemonîk pergala desthilatdariya Biden erê kir û anî ser kar.

Trump mohra xwe ya taybet li polîtîkayên partiya komarparêz a Amerîkayê xist û berê Amerîkayê da nenasiyekê. Beşeke giran a partiya komarparezên Amerîkayê jî ji vê polîtîkaya Trump nerazî bûn. Ligel polîtîkayên klasîk ên komaparêzan Trump polîtîkayên malbatî û yên ku taybetiyên wî yên takekes jî ajotin nav pergala rûniştî. Di destên wî de hêzperestî, rêgezperestî, têkiliyên taybet ên bi serê xwe û metodên dûrî rastiya sermayeya Amerîkayê hebûn. Ji ber van yekan Trump nehate tercîhkrin, li dawiya xwe tevlihevî û pirsgirêk hîştin, çû.

Niha dewr jî, dewran jî derbasî Biden û hêzên dixwestin wî bînin ser kar, bû. Bergeh û deriyekî nû li ber Amerîkayê vebû. Biden di 20’ê çileyê 2021’ê de dest bi kar dike. Tê gotin ku Biden wê bi awantaj dest pê bike. Ji aliyekî ve, ji ber polîtîkayên Trump komarparêz birîndar in, piraniya Meclisa Nûneran û Senatoyê kete destê demokratan, ji aliyê din ve piştgirî û hewayeke erênî ya raya cîhanê ku Trump bi polîtîkayên xwe fetisandibû ji bo Biden heye.

Êdî cîhan tev çavlirêyê Biden, tîma wî ya xebatê û polîtîkayên wî yên pêşerojê ye. Ji ber ku siyaseta Amerîkayê ya navendî erênî yan neyînî bandora xwe li seranserê cîhanê û polîtîkayê dewletan dike. Bi gotineke pêşiyên kurdan, Trump di zikê dinyayê de dew kila, gelo Biden wê çi gulan birijîne?

Rastiyeke wiha heye, polîtîkayên dewlatan her wiha yên Amerîkayê jî li gorî bayê diweze hema pê re naguherin, lê pratîzekirina wan cuda ye, dem û dewran, lîder û tîmên wî dikarin bi taybetî û karakterên xwe lê zêde bikin. Deng û rengê xwe bidinê. Çawa ku Trump dirûvê xwe lê xistibû û Erdogan, Jonson, Pûtîn karaterên xwe neyînî lê dixin. Ji ber vê yekê rola lîderan pir girîng e; şert û rastî lîderan derdixin, lîder jî dikarin rastiyan germ û sar, hêdî û lez bikin, hişk û nerm, tarî û ronî bikin.

Bi hatina Biden re li tevahiya dinyayê bayekî nerm diweze. Ev tenê ne ji karakterê Biden diqewime li gel vê rastiyê, givaştin û fetisandina Trump jî vê hewayê weke hêviyeke dilsar Biden derdixe pêş. Eger Biden ne weke Trump hegemonyaya Amerîkayê givaştî, hişk û şîdetperst lê bi awayekî nerm, sist, bi kêm şîdet bi rê ve bibe (hêviya kesî jê nîn e ku wê qet şîdetê bi kar neyne), rê nede dagirkeriya mutefîkên xwe ji bo herêmên derdora xwe, diyalog û lihevkirinê biparêze, dibe ku dinya weke serdema Trump xwe li ser kelem û diriyan nehesîne. Hewayeke nispî aram pêk bê.

Em bi nêzikaya ku Biden jî emperyalîst e, DYA jî navenda wê ye, tiştek naguhere nikarin li vê egerê binêrin. Îro dinyayeke din heye. Rûyê şertên cîhanê, veguherîne li aliyê desthilatdaran. Êdî bayekî hênik jî dikare dilê mexêdûrên desthilatdaran xweş, hewaya hişk nerm, bêhna wan fireh bike. Ji ber ku cîhan bi hêz û şîdeta serdestan tê sotin.

Ji bo kurdan jî ev rastî tê ye. Trump hevsarê dewleta tirk li dijî kurdan serbest berda, îktîdara faşîst û şîdetperest bi vê piştgiriyê bû xetereyeke mezin. Eger rê li ber vê siyaseta hegemonîk û şîdetparêz bigire û bixitimîne gelê kurd û Tevgera Azadiyê wê bêhnekê bistîne. Belkî riya çareseriyê vebe, heyameke nû dest pê bike. Wêga rê li ber qetliyam û qirkirinên dewleta tirk teng dibe, êrîşên hov li ser gelê kurd kêm dibin.

Li her derê kurd bi baweriya hêza xwe ya cewherî tevdigerin. Helbet Biden ji bo kurdan hêviyeke esas nîn e û tu car kurdan bi vî çavî ne Biden ne jî hêzeke din nihêriye, nanêrin. Lê dîrokê her tişt riprast neqewimandiye. Li dinyayê tu rastî bi serê xwe nîn in. Her rastiyên dinyayê bi awayekî bi hev ve girêdayî ne û li hev bandor dikin. Kurd jî ji vê rastiyê aza nîn in.

Kurd bi hêza xwe ya cewherî şer jî, siyasetê jî, dîplomasiyê jî dikin. Pişta xwe dane vê rastiyê, heta îro hatine, lê helbet ew jî li benda heyama Biden in. Ev yek qelsiya kurdan nîn e, berdêlên herî giran kurdan dane. Dinyayeke nerm, aram û aştiyane ji her gelî bêtir ji bo kurdan hewceyiyeke nebena ye. Eger Biden bikaribe di erdnîgariya kurdan de bayekî nerm biwezîne û riya diyalogê veke ji bo kurdan û Kurdistanê kêfxweşî ye.

A niha Biden êdî serwerê Amerîkayê ye. De kerem bike Biden, êdî gotin qediyan, dor dora kirinê ye.

Nûçeyên Têkildar