Wezîrê Parastinê yê tirk Hûlûsî Akar û Serfermandarê tirk Yaşar Guler, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê re pêk anîn, ji Bexdayê derbasî paytexta başûrê Kurdistanê Hewlerê bûn.
Heyeta tirk li Başûr ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl, Serokê Dîvana Serokatiya Herêmê Fewzî Harîrî û Berpirsyarê Karên Derve Sefîn Dîzeyî ve hat pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku dê heyet bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bikin. HEWLÊR