Di roja reş de ji dayik bû. Tekane armanceke diya wî hebû, divê tola xwe ji kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtine , bistenda. Ji bo vê zarokek anî dinyayê. Diya wî navê wî kir Ocalan. Ocalan wê bibûya yek ji hêviya gelê kurd. Her ku ew mezin bû diya wî je re qala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kurdbûn û Kurdistanê kir. Bi guhdarîkirine re hêrsa wî mezintir bû. Dema piçekî mezin bû, ji bo hesabpirsînê berê xwe da çiyayan.
Diya wî ji ber zextên rejîmê neçar dima ku her carê biçe welatên ciyê. Du salan carekê neçar man ku biçin Lubnan, Misir, Urdun û Lîbyayê. Dema hay ji kurdbûna xwe çêdibe, dikeve nav lêpirsînên ku ‘Gelo çima rejîma Sûriyeyê nahêle em bi nasnameya xwe ya kurdbûnê bijîn’. Dema ji diya xwe dipirse çima, diya wî qal dikir ku ew di bin hukmê mêtingeran de ne û Rêbertî hatiye dîlgirtin. Piştî demekê tevî lêgerînên wî hestên wî yên tolhildanê jî zêde dibe.
Gerîlayê bi navê Ocalan dibêje ‘Ez di 15’ê Sibatê de dema ji dayik dibim, diya min navê min dike Ocalan’. Dema jê tê pirsîn çima navekî wisa dane wî, ew bersiveke zelal dide. Yek ji kesê ku divê hesap ji komplogeran bipirse jî ew e.
Malbat ji ber zextên rejîmê diçin li Mexmûrê bi cih dibin. Dema tên Mexmûrê bawerî bi parastina partiyeke kurd bi PDK’ê tînin lê roj bi roj derdikeve holê ku ne wisa ye. Dema bavê Ocalan ji aliyê PDK’ê tê girtin, ev tişt dibe sedema hêrsê. Ocalan dibêje ku “Ez xwedî li navê xwe derketim. Ji bo jiyaneke layiqî navê xwe her dem di nav lêgerînan de bûm. Di sala 2008’an de bavê min ji aliyê PDK’ê bi komployekê hate girtin. Min ji xwe dipirsî ‘Min dewletên din fêm kir lê gelo çima PDK vê dijminatiyê zêdetir dike’ Dema mezin bûm, min zextên li ser gelê kurd dît û hêrsa min zêdetir dibû. Ez li rêya layiqbûna vî navî digeriyam. Min dizanî ku rêya herî rast ev e ku tev li nav Tevgera Azadiyê ya Kurd bibim. Ji ber vê jî ez tev li bûm.”
Ocalan diyar dike ku piştî beşdariyê wî xwestiye li rojhilatê Kurdistanê têbikoşe û wiha got: “Li wê derê mirov ji ber ku xwedî li kurdbûnê derdikevin, tên darvekirin. Zarokan dikin sîxur, ciwanan dikin tiryakêş. Ji ber vê jî min bawerî pê anî ku ev der wê ji bo min bibe qada herî mezin a têkoşînê.” Çavkanî: ANF / Zeynep Nêrgiz Botan