Navena Nûçeyan
Partiyên Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê bi boneya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP’ê li pêş avahiya HDP’ê kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberan di çalakiyê de pankarta ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, dawî li tecrîdê bînin’ vekerin.
Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr diyar kir ku demek beriya demekê daxwazên girtiyan pêk bên û xwest wezareta dadê daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û tecrîdê bi dawî bikin.
HDP’a Qereqoçanê ya Xarpêtê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Veysi Saritag anî ziman ku tecrîd bandorê li ser hemû beşê civakê dike û xwest tecrîd bi dawî bibe.