Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Rûsya nûqteyek leşkerî li hember nûqteya nû ya dagirkeriya tirk li Seraqibê ava kir

Hêzên Rûsyayê nûqteyek leşkerî li hember nûqteya leşkerî ya ku dagirkeriya tirk li nêzî Seraqibê çêkiribû, ava kir. Li aliyekî din hêzên hikûmeta Şamê cihên çeteyan li herêmê "bê çek" topbaran kir

Navenda Nûçeyan

Hêzên Rûsyayê nûqteyek leşkerî li hember nûqteya dewleta tirk li Seraqibê ava kir, her wiha nûqte 50 metre dûrî cihên hêzên hikûmeta Şamê ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên Rûsyayê endamên hêzên hikûmeta Şamê ji wê deverê dûr xistin da ku navbera wan û çeteyên dewleta tirk de şer çênebe. Di heman demê hêzên dagirkeriya tirk çeteyên xwe jî ji wê deverê dûr xistin.

Berî du rojan dagirkeriya tirk nûqteyek leşkerî nêzî gundê Afis a li bakurê bajarê Seraqibê ya di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de, ava kir.

Dagirkeriya tirk çekên giran anîn  nûqteya nû. Her wiha ev nûqteya 65’an a ku dagirkeriya tirk li herêmên “bê çek” ava dike.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikûmeta Şamê, cihên çeteyên dewleta tirk li herêmên “bê çek” topbaran kir.

Hêzên hikûmetê şeva duşemê deverên li Filêfil, El-Barê, Bînîn, El-Fetîra yên li beşa başûrê gundewarên Idlibê û hin deverên li Sehil Xab a li bakur rojavayê Hemê bi moşkan hedef girt.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar