Navenda Nûçeyan
Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê daxuyaniyek weşand û banga rabûna li ber kuştinên siyasî yên ji aliyê dewletan, mafya û şîrketan ve tê kirin, li jinan kir.
KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Jin bi rêya têkoşîna xwe, polîtîkayên qirkirinê roj bi roj bêhtir deşîfre dikin, dikin ku bên dîtin û li dijî vê şer dikin. Tundiya mêr a li dijî jinan ku nîşaneya zayendîperestiyê ye ku yek ji sparteyên bingehîn ên îdeolojîk ên kapîtalîzmê ye, salên dawî gelekî zêde bûye. Ev yek bi giranî ji aliyê avanî û sîstemî ve hat kifşkirin.
Gelek aliyên cuda yên polîtîkayên qirkirina jinan hene. Tundiya fîzîkî û zayendî, tundiya psîkolojîk û aborî, bêqîmethiştin û dûrxistina ji civakê tenê çend ji wan e. Kiryarên polîtîkayên qirkirina jinan jî dikarin cuda bin. Tundiya ku bi rêk û pêk bûye, bi giranî weke polîtîkaya mêr a li dijî jinan tê fêhmkirin. Lê belê polîtîkaya qirkirina jinan ji aliyê saziyên sîstema kapîtalîst ve tê teşwîqkirin û bicihanîn. Salên dawî bûyerên kuştinên siyasî yên dewletan û şîrketên têkildarî dewletan ên li dijî jinên pêşeng zêde bûne.
Dema ku mirov bala xwe dide ser profîla jinên bi sûîqestê hatine qetilkirin dibînin ku jinên di nava têkoşîneke aktîf de ne û di asta pêşengiyê de ne. Jin ên aktîvîst, parêzer, rojnamevan, hunermend, şoreşger û siyasetmedar ên ku nûnertiyê ji mafên mirovan, mafên jinan, mafên xwecihiyan re dikin û zeviyên xwe, qada xwe ya jiyanê diparêzin, li dijî polîtîkayên talankirinê yên rejîmên siyasî, şîrketan û li dijî qirkirina jinan tevdigerin, dibin hedefa bingehîn a van êrîşan.
Ev aliyê polîtîkayên qirkirina jinan ne ji aliyê medyayê ve ne jî ji aliyê raya giştî ya demokratîk ve bi têrkerî tê dîtin. Medyaya navendî bi têrkerî cih nade van kuştinên xwedî karakterekî siyasî, dema ku nîşan dide jî gelekî ji rêzê û bi ziman û têgînên serweriya mêr dikin nûçe. Di nûçeyên xwe de gelek caran tenê agahiyên kengî û çawa hatiye qetilkirin tê dayîn, cih nade pirsgirêkên bingehîn yanî têkildarî kê û ji aliyê kê ve hatiye kuştin agahî di nûçeyan de nayê dayîn. Her wiha ji aliyê hiqûqî ve ji bo darizandina van kuştinên siyasî û cezakirina kiryaran a pêwîst nayê kirin. Kuştinên siyasî yên li dijî jinan bi giranî bi rêya dosyayên ku dem di ser re derbas dibin, tên nixumandin.
Ji ber ku kiryar ji aliyê hêzên ku berjewendiya xwe di tundî û komkujiyan de heye tên parastin, bi giranî kiryarên komkujiyên jinan bêceza tên hiştin. Fermana van sûîqestan jî ya yekser ji aliyê hêzên dewletê ve tê dayîn, an jî ji aliyê şîrketên mezin ve tê dayîn ku pêwendiya xwe bi hêzên dewletê re hene. Kuştinên bi vî rengî carna ji aliyê ‘hêzên ewlekariyê’ yên dewletê, carna ji aliyê çeteyan, carna ji aliyê kujerên bi pereyan tevdigerin û carna jî bi destê hêzên paramîlîter ên rastgir ve tên kirin.
Dewletên netewe yên mêr, mirovên ku li van polîtîkayên wan nayên bi hêsanî weke ‘terorîst’ îlan dikin û van kes û hêzên bi vî rengî sûcdar dikin bi hêsanî tasfiye dikin. Dewlet di bin navê ‘têkoşîna dijî terorê’ de hiqûqê û mafên mirovan li pêş çavên cîhanê binpê dikin û desthilatdariyên xwe yên xwe ji tundiyê xwedî dikin bi rengekî kêfî bi cih tînin. Dewletên Tirkiye, Afganistan, Kolombiya, Meksîka û Fîlîpîn ji vê yekê re dewletên mînak in. Jinên ku pêşengiyê ji têkoşînên civakî re dikin, bi rengekî aşkera dibin hedefa van dewletan.
Mînak, dewleta Kolombiyayê sala 2016’an bi FARC’ê re peymana aştiyê mohr kir û di encama vê de jî FARC’ê dest ji têkoşîna çekdarî berda. Lê belê ji Mijdara 2016’an ve nêzî 253 gerîlayên FARC’ê yên berê hatin qetilkirin ku 8 ji wan jin bûn.
Tirkiye li asta cîhanê ew dewlet e ku herî zêde girtiyên siyasî yên jin lê dîlgirtî ne û di kuştinên siyasî de jî yên li dijî jinan, li pêş e. Dewleta tirk bi destê rêxistina îstîxbaratê di 9’ê Çileya 2013’an li nava Parîsê sê şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi xwînxwarî qetil kir. Tevî delîlan ispat kirin ku dewleta tirk fermana vê komkujiyê da jî di vê mijarê de darizandin çênebû.
Li ser vê yekê heman dewletê jinên kurd ên aktîvîst û siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de dema ku birîndar bûn înfaz kir. Dewleta tirk weke maf ji xwe re dibîne ku li ku dibe bila bibe dikare jinên kurd ên pêşeng bikuje, lewma di 12’ê cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef li Bakurrojhilatê Sûriyeyê bi destê komên terorê yên cîhadîst ve da kuştin. Dewleta tirk herî dawî di 23’ê Hezîrana 2020’î de bi balafirên bêmirov ên biçek li Rojava rêveberên Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Xelîl û Amîna Weysî li Kobanê qetil kir.
Mehên dawî li Afganistanê înfazkirina jinên pêşeng di rojevê de ye. Hikûmeta afgan ku bi Talîbanê re ‘hevdîtinên aştiyê’ dike, Talîban qirkirina jinan bi tu awayî nake mijara danûstandinan. Ji bo dewletan û siyasetê, qirkirina jinan nabe xeta sor. Ev yek jî dibe sedema kuştinên nû yên jinan. Li Afganistanê di Gulana 2019’an de rojnamegera 27 salî û parêzvana mafên mirovan Malalaî Meyvand hate qetilkirin. 24’ê kanûnê parêzvana naskirî ya mafên mirovan a welêt Freshta Kohistanî hate kuştin. Her wiha di nava meha çileyê de 2 jin ên dadger di kemînekê de hatin kuştin. Li welatê cîran Pakistanê jî rojnameger û parêzvana mafên jinan Shaheena Shaheen Baloch îlona 2020’î hate qetilkirin.
Li Meksîkayê ku ji aliyê qirkirina jinan ve xwedî navekî xerab e, kuştin bi giranî ji aliyê dewletê, mafya û şîrketan ve tên kirin. Kuştina par a Îsabel Cabanîllas de la Toorre li tevahiya welêt bû sedem ku jin rabin ser pêyan. Îsabel Cabanîllas a 26 salî bi nasnameya xwe ya femînîst, ekolojîst û hunermend pêşengî ji têkoşînê re dikir. Li Gûatemalayê ku welatekî Amerîkaya Latîn e di 7’ê îlona 2019’an de Dîana Îsabel Hernandez Jûarez, di 14’ê îlonê de jî Paûlîna Cûrûz Rûîz hatin înfazkirin. Li Brezîlyayê ku yek ji wan welatan e jin herî zêde lê tên kuştin, di 29’ê çileya 2019’an de Rosane Santîogo Sîlveîra hate qetilkirin. Li Fîlîpînan Leah Tûmbalang di 24’ê tebaxa 2019’an, li Kenyayê Esther Mwîkalîs di 27’ê tebaxa 2019’an, li Karabîka Bakur Mîrna Teresa Sûazo Martînez di 8’ê cotmeha 2019’an, li Afrîkaya Başûr jî Marîa Dîgna Montero Garîfûna di 12’ê cotmeha 2019’an hatin kuştin. Nepêkan e ku navê jinên bûne qurbanê kuştinên siyasî yek bi yek karibe bê nivîsandin. Ji bo mezinahiya vê pirsgirêkê nîşan bide em tenê çend mînakan ji hin welatan parve dikin.
Ji jinên birêxistinkirî ditirsin
Desthilatdarên mêr ji jinên serhildêr û rêxistinkirî her dem ditirsin. Di nava dîrokê de dema jinan sînorên wan derbas kirine, ketine nav fikaran, hemû derfetên desthilatdariyê hatine seferberkirin, li hemberî jinan polîtîkayên bêîtîbarkirin, gef, şantaj û tirsandin hatiye kirin.Dema ku ev polîtîka bi ser jî neketiye wê demê jin girtine yan jî xistine girtîgehan. Olympe de Goûges, Rosa Luksembûrg û Xwişkên Mîrabel çend jin in ku li ser wan cînayetên siyasî hatine kirin.
Desthilatdariyek çiqasî dibe otorîter, ewqasî jî dijminatiya wan a li hemberî jinan jî zêde dibe. Ev rastî bi awayekî zelal xuya dibe. Hikûmetên dev ji nirxên demokrasî, mafên mirovan, hiqûqê berdidin, otorîter dibin û vediguherin rejîmên zilmkar. Polîtîkayên zayendparêz di van desthilatdariyan de zêdetir kûr dibe û êrîşên li hemberî jinan jî zêde dibe. Bergînda îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst lîberalîzm be jî gubreya îdeolojîk a desthilatdariyan jî nijadperestî, olperestî, zanistperestî û zayendperestî ye. Ev tişt desthilatdariya wan xurt dike. Ji ber ku zayenparêzî bingeha sê stûnên din e, li qadên ku nijadperestî, olperestî û zanistperestî xurt dibe, polîtîkayên zayendparêz zêdetir derdikeve pêş. Sedema ku pergala kapîtalîst a baviksala ji lêgerîna azadiyê ya jinan ditirse, divê li vê derê were lêgerîn. Hişyarbûna jinan, rêxistinbûna jinan tê wateya ku bingehên pergala modernîteya kapîtalîst were hejandin.
Em dizanin ku bi saya têkoşîneke watedar û girîng jinan zincîrên zayendparêziya civakî şikandine û bûne pêşeng. Jinên pêşeng zû bi zû ranabin. Sedema ku jinên pêşeng li gorî mêran bêtir di têkoşînên civakî de bi bandor in, têkiliya jinan bi pergala kapîtalîst hindiktir e. Jinên rêxistinkirî di têkoşînê de bêtir bi biryar e û fikarên wan hindiktir e. Pergala kapîtalîst bi rêya zayendparêziyê jinan ji bo mêran dike mêtingeh. Mêr ji ber vê sedemê giredayî pergala serwer e. Mêrên ku ji pergalê venaqetiyane, di têkoşîna xwe de ya li dijî pergalê jî her dem di nav pergalê de ye. Ji ber ku ditirse ew qada xwe ya desthilatdariyê winda bike. Jin jî qadeke wan a desthilatdariyê tuneye ku winda bike. Hin jin di warê çînî û erdnîgarî de di bin bandora pergala serwer de bin jî ji ber nasnameya jinbûnê di pozîsyona dijber de ne.
Jin hêza sereke ya têkoşîna li dijî pergalê ne
Jin hêza sereke ya têkoşîna li dijî pergalê ne. Di vê pêvajoyê de em vî tiştî bi zelalî dikarin bibînin. Jin di hemû qadan de di têkoşînên li dijî pergalê de hêza pêşeng in. Di tevgerên ji bo avhewayê û di têkoşînên li dijî nijadperestî û faşîzmê de jî wisa ye. Wekî di têkoşîna jinan û mafên mirovan de, di têkoşîna axê ya gelên xwecih û demokrasiyê de jî wisa ye. Çawa ku têkoşînên çînî û neteweyî mohra xwe li sedsala 20’an dan û dê şoreşa jinan jî mohra xwe li sedsala 21’an bide. Tişta ku pergala serwer dixwaze wê asteng bike jî ev e.
Divê em bi lez pêşiya vî tiştî bigirin
Têkoşîna jinan roj bi roj geş dibe û polîtîkayên qirkirina li ser jinan jî ji aliyê pergalê ve kûr dibe. Polîtîkayên qetlîamê yên ku dewlet, mafya û şîrket li dijî jinên pêşeng dike, paralelî tundiya mêran a li ser jinan tê geşkirin. Ji ber vê jî divê bi lez li her dera dinyayê jin di serî de, hemû hêzên demokrasî û azadiyê pêşiya qetlîamên hêzên modernîteya kapîtalîst bigirin. Em Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê cînayetên li dijî jinên pêşeng û şoreşger şermezar dikin. Em bang dikin ku ev polîtîkaya qirkinê bila were sekinandin. Ji bo ku jineke din a pêşeng ji nav me kêm nebe û ceza li kujeran were birîn, em bang li jinên dinyayê dikin ku em têkoşîneke hevpar bikin. Em hêza xwe bikin yek, ji pergala mêrserwer û kapîtalîst, ji rayedarên dewletan û ji patronên ku xwîna xwişkên me li ser destê wan e, hesap bipirsin.”