Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19’ê Çileya 2007’an de li Stenbolê hat qetilkirin, di 14’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Meletiyê li ber mala ku lê ji dayik bûbû, hat bibîranîn. Pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Meletiyê tev li bîranînê bûn. Li ser navê platformê rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mehmet Tuncel, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend.
Mehmet Tuncel bi bîr xist ku di ser qetilkirina Dînk de 14 sal derbas bûye û ev tişt anî ziman: “Sedema parastina berpirsyaran tunebûna lêpirsîneke bibandor û polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Bi dehan danişîn, şahidên hatin guhdarkirin, raporên hatin nivîsandin û belgenameyên hatin bidestxistin ji bo veşartinê hatin bikaranîn. Weke parastvanên mafên mirovan heta ku rûbirûbûna rastiyan li Tirkiyeyê pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştre jî beşdarên civînê qurnefîl danîn platforma ku ji bo Dînk hatibû avakirin. MELETÎ