Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Du çîrok, yek helwest: Rindêxan û Zelal Sîdem

Sal û zeman derbas bûn. Sal bû 2020, neviyên turaniyan dîsa li çiyayên Kurdistanê ne. Vê carê jî li pêşberî wan Rindêxanên nû hene. Ji destpêka cenga Heftenînê heya niha gerîlayên jin mohra xwe li vê cengê xistin û bi welatpareziya Rindêxan şer kirin

Piştî ku Serhildana Şêx Seîd têk diçe, di sala 1926’an de mala Eliyê Ûnîs li hemberî komara tirk serî radikin, bi tu awayî ne wan nas dikin ne jî bacê didin wan. Di havîna sala 1935’an de qolordiya leşkerên komarê yên Amedê tên heremê. Li hember van êrîşan bi salan jin û mêrên Mala Eliyê Ûnis li dijî dagirkeran şer dikin. Yek ji wan jî keça Mihemedê Elî Rindêxan e. Rindêxan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe li herêmê dibe efsane. Di vê navberê de her diçe şer gurtir dibe.

Qir dikin, hejmarek diyar nîn be jî lê ji deh hezarî zêdetir kes têne kuştin.

Rindêxan ji destpêkê heta şer diqede, li eniya pêş şer dike û ew bi xwe pêşengiyê dike. Di nava şer de Rindêxan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê mat dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest biavêje Rindêxanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindêxan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ez ê xwe bikujim”

Li ser vê yekê fermandar pirsa ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindêxan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye.” Piştî ku fermandar qebûl dike û heta pira Malabadê tên. Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindêxan dibêje ez dixwazim herî dawîn li axa bavê xwe binêrim û destûrê dixwaze ku biçe ser Pira Malabadê. Rindêxan dertê ser Pira Malabadê û giran giran dimeşe, li ber xuşexuşe ava çemê Batmanê, bi rika li hember vê dîroka kambax û xiyanetê û rastiya dijmin, ji bo ku nebe dîlê dijmin, mina bazeke birîndar baskên xwe li hev dide û xwe ji Pira Malabadê diavêje hembêza çemê Batmanê. Gorî dengbejan gotinên dawî yê Rindêxan ev in;

Ez im rinda Rindêxan

Keça mîr û axa û çiyan

Ey Tirkê Tacik

Karê we çi ye li van çiyan

Rinda bûye namdar

Ez dimirim, birîndar û bê zar

Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar…

Sal û zeman derbas bûn. Sal bû 2020, nevîyên turaniyan dîsa li çiyayên Kurdistanê ne. Vê carê jî li peşberî wan Rindêxanên nû hene. Ji destpêka cenga Heftenînê heya niha gerîlayên jin mohra xwe li vê cengê xistin û bi welatpareziya Rindêxan şer kirin. Bi îrade, bi hez û bi şerê xwe rota dan Cenga Heftanînê û mezin kirin. Yek ji van gerîlayan jî fermandar Zelal e.

Zelal Sîdem ango bi navê rast Rojbîn Varli di sala 1992’an  de li Amedê ji dayik dibe. Xwedî malbatek welatparez bû. Di salên 90’î de cihê ku herî zêde dewleta tirk siyaseta qirkirinê lê kir Amed bû. Kuştinên faîlî meçhul, Hizbullah, koçberî, girtina bi ser malan de û li gel van cihê ku herî zêde çalakî lê çêdibin yek ji wan devera bû. Gengaz bû ku li Amedê carna tenê di nav rojêkê de her cûreyê êrîşa dewelata tirk pêk bihata. Di heman demê de jî tevgera ciwanên xwîngerm û gelê welartparez ê Amedê jî her dem hebû. Ji alîyê siyasî ve rojên tevlihev û tarî ye. Zelal Sîdem di rewşek wiha de zarokatiya xwe derbas dike. Ji ber welatpareziya malbatê teşa ya xwe ya şoreşgerî ya despêkê ji malbata xwe digire. Şahidiya serhildana 2006’an dike û ruxmê ku hîn ciwan e jî, fêm dike ku êdî nikare êşa gelê xwe temaşe bike. Piştî serhildanê bi 2 salan di 2008’an de Zelal Sîdem bi temenê xwe yî ciwan tev li refê gerîla dibe. Gerîlatiya xwe ya yekem û bingeha xwe li Zagrosa asî digire. Heya 2013’an Zagrosê dimîne û dibe evîndarê Zagrosan. Pirî cara di nav bûyêrên dîrokê de cîhê xwe digire. Dema êrîş li ser Kerkukê çêdibe yek ji wan gerîlayan e ku li hemberî DAIŞ’ê disekine. Di gelek karê şoreşê de cihê xwe girt, bû kedkarek çapemenî yê.

Sala 2018’an rêwîtiya gerîla Zelal a Heftenînê destpê dike, bêyî ku bizanibê wê biqasî Zagrosan evîndarê Heftenînê jî bibe gava xwe diavêjê xaka Heftenînê. Di nav sê salan de gelek ked dide Hefteninê. Qasê ku ew ji Heftenînê hez dike, Heftenîn jî wê bêbersiv nahêle û ew jî fermandara xwe hembez dike. Zelal Sîdem di heman demê de jî helbestvanekî hestiyar e. Her kêlî dema xwe bi saya penûsa xwe nemir kir. Penûsa wê ji Heftenînê hez kir. Rûpelên wê bi bedewiya Hefteninê tije kir. Berxwedana gerîlayên Heftenînê nivîsand.

Di heman demê de jî ji destpêka operasyonê heya roja ku şehîd ket di her kelîya operasyonê de jî cîhê xwe girt. Şeşdara yek ji wî cihî bû ku şer herî zedê lê dijwar bû. Zelal Sîdem jî li eniya Şeşdara pêşengtiya şer kir. Bi cesaret û fedakartiya xwe hêz da hevalê xwe. Di gelek şerên dijwar de jî cihê xwe girt. Roja ku şehîd jî bû hewldanê wê ya herî mezin ew bû ku sax nekevê deste dijmin. Di her keliyê de amadebû ku bombeya xwe bi xwe de biteqîne. Çawa Rindêxanê dersek dîrokî da dijmiinê xwe heman helwestê di 2020’an de gerîla Zelal li hemberî dijminê xwe nîşan da û canê xwe feda kir. Rindêxan û Zelal herdu jinên Kurdistanê  bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dan û bi şerê xwe li herêmê bûn efsane. Kî dizanê belkî jî gotina dawî ya Zelal jî wekî ya Rindêxanê bû: “Ey tirkê Tacik , Karê we çi ye li van çiyayan…  Teslîm nabim destê neyar.” Çavkanî: ANF / Roperî Harûn – BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar