Yekemîn danişîna doza derbarê nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku di operasyona 9’ê Cotmeha 2018’an de, hatibû binçavkirin û dûre hatibû berdan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şahîn bi hinceta, hevdîtinên telefonê yên bi hempîşeyên xwe û çavkaniyên nûçeyê re kirine, îfadeyên şahidê nepen, bilêtên balafirê yên Stenbol-Amedê û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ tê darizandin. Rojnameger Şahîn û parêzerê wê Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Bi hinceta vîrûsa koronayê (Kovî-19) destûr nehat dayîn ku kesek din danişîna Şahîn bişopîne.
Piştî danasîna nasnameyê û xwendina kurteya îdîanameyê danişînê dest pê kir. Şahîn dûre parastin kir û wiha xwe parast: “Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim. Îfadeyên şahidê nepen ên derbarê min de jî dane, derew in. Hemû îftîra ne. Ez tu carî tev li xebat û civînên KCD’ê nebûme. Min weke rojnamegerekê xebatên KCD’ê şopandine. Ez bi navê rojnamegertiyê diçûm avahiya KCD’ê. Di hevdîtinên min ên telefonê de jî, rewşeke rêxistînî tuneye û hemû axaftinên min ji rêzê ne.”
Parêzser Resûl Tamûr jî, di parastina kir de wiha got: “Şahîdên nepen ên qala wan tên kirin, derbarê gelek rojnamegeran de îfade dane. Em dixwazin hemû îfadeyên şahidên nepen û teşxîsên kirine, di dosyeya dozê de cih bigirin.”
Piştî axaftina parêzer, dozger xwest bergiriya kontrola edlî ya derbarê Şahîn de dewam bike û şahidên nepen bên guhdarkirin.
Şandeya dadgehê, piştî navberê, daxwaza dozger qebûl kir û biryar da ku şahidên nepen ên bi navê “Fîrar” û “Ezel” bên guhdar kirin û bergiriya kontrola edlî ya derbarê Şahîn de dewam bike.
Dadgehê di heman demê de, daxwaza parêzer a hemû îfadeyên şahidên nepen û teşxîsên kirine, di dosyeya dozê de cih bigirin jî, red kir û danişîn taloqî 24’ê adarê kir. AMED