Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bersiva li dijî hemû êrîşan zelal e: Berxwedan

Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzên’ de, li Stenbolê bi 5 hezar jinan re hatin gelhev û got ku bersiva wan a li dijî hemû êrîşan berxwedan e

Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qirkirina siyasî, qedexekirina zimanê zikmakî, tundî, êrîşên tecawîz û tacîzan, di 15’ê Îlona 2020’an de, dest bi kampanyeya ‘Em xwe diparêzin’ kir. Kampanyaya TJA’yê, di meha çaremîn de dewam dike. TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de li herêma Marmarayê, îmze avêt bin gelek xebat û çalakiyan. Jin, hewl didin bi vê kampanyayê, pirsgirêkên ku jin dijîn çareser bikin û li gorî vê yekê mal bi mal, tax bi tax digerin guh didin pirsgirêkên jinan.

Aktîvîstên TJA’yê, ligel vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a ku tevahiya cîhanê kiriye bin bandora xwe, li Stenbolê xebatên xwe bi rêve birin û bi 5 hezar jinan re hatin gelhev. Di çarçoveya kampanyayê de, li 30 navçeyên bajêr atolye hatin lidarxistin, di van atolyeyan de nîqaş rûbirû hatin kirin û hişmendiya serdest zilam di lêpirsînê re hat derbaskirin.

Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz derbarê xebatên li Herêma Marmarayê tê meşandin, encamên derketine holê û rojava jinan axivî. Kaymaz, diyar kir ku di çarçoveyê kampanyayê de, wan pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn girtin dest û wiha axivî: “Me hewl da em hemû pirsgirêkên jinan derbixin holê. Ji bo vê em mal bi mal, tax bi tax û navçe bi navçe geriyan. Me xebatên atolyeyê bi rêve birin. Di van atolyeyên me de, nêrîna zayendperest derket holê. Me jî ev hişmendiya serdest a zilam teşhîr kir. Jin û zilamên beşdarî atolyeyên me bûn, di warê hişmendî de ketin nava lêhûbûnekê û nakokiyên wan çêbûn. Vê yekê jî bi me da nîşandan ku pêdiviyek mezin bi guhertinê heye.”

Xwe naskirin û bûyîna vîn

Kaymaz destnîşan kir ku jin di warê xwe naskirin û bûyîna vînê de kêmasiyên mezin dijîn û ev tişt anî ziman: “Dîsa di warê mafê xwe parastinê de jî, kêmasiyên jinan ên pir cîdî hene. Bi taybetî zilamên xwe weke polîtîk didin nîşandan jî, bi vê her tim hewl didin derbikevin pêş û hakimiyeta xwe ava bikin. Ji bo xwe naskirina jin û zilam, em encamek baş ji van atolyeyan girt.”

Jin çi dixwazin?

Di berdewama axaftina xwe de Kaymaz bal kişand ser daxwazên jinan û wiha pêde çû: “Jinên ku me bi wan re hevdîtin kirin, herî zêde ji tengkirina qadên xwe bi gazinc in. Krîza aborî û bêkarî herî zêde bandorê li jinan dike. Êdî jin dixwazin ku bên hişyarkirin û xebatên wiha bên zêdekirin. Ji ber ku dema  jin zana dibin, xwe nas dikin, dema xwe nas dikin baweriya wan bêtir bi jiyana azad tê. Di vê xebata xwe de herî zêde me ev nêzîkatî dît.”

Rojeva sereke tecrîd e

Derbarê domandina kampanyayê de Kaymaz ev agahî dan: “Me bernameyên girîng dane pêşiya xwe. Rojeva me ya serke tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane dest pê kirin e. Di heman demê de, em ê giranî bidin xebatên krîza aborî, qetilkirinên jinan, tundî, texrîba ekolojî û taxan. Ev hemû ser nav bi tecrîda li dijî Ocalan ve girêdayîne. Ji bo ku hemû pirsgirêk bên çareserkirin divê tecrîda li ser Ocalan, jin û civakê rabe. Tecrîd dibe sema bêkarî, xizantî û komkujiya jinan. Ji bo ku ev hemû bi dawî bibin, divê dest pê kê tecrîd rabe. Em ê di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe dewam bikin.”

Bi parastina cewherî berxwedan

Kaymaz bi bîr xist ku jin êdî rolê ji bo wan hatine diyarkirin qebûl nakin û wiha domand: “Jin li hemberî pergal baviksalariyê serî natewînin. Ji ber vê hewldana jinan êrîş pêş dikevin. Jinên ku xwe di afirînin, tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Pergal dixwaze jinan hepsî malê bike û wan tecrîd bike. Jin li dijî vê berxwedana xwe mezin dikin, rêxistinbûyîna xwe derdixin holê û ji bo paratina xwe ya cewherî li ber xwe didin. Ji ber vê her roj tundî û qetilkirinên jinan zêde dibin.”

Ji bo bijîn û bidin jiyîn

Her wiha Kaymaz dest nîşan kir ku jin êdî bi parastina cewherî bersiv didin êrîşan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rojên dawî de parastina cewherî zêde bûye. Parastina cewherî rewa ye û mafeke bingehîn ê jiyanê ye. Em ê tu carî girtin û cezakirina jinên xwe diparêzin qebûl nekin. Girtina jinên xwe diparêzîn, hêze dide zilaman û hişmendiya serdest a zilam xwedî dike. Em li gel jinên xwe diparêzin ne. Bila tu carî xwe bi tenê hîs nekin. Jinên xwe diparêzin cesaetê didin jinan. Ger em dixwazin bijîn û bidin jiyîn, divê em her tim parastina xwe ya cewherî bi kar bînin. Xwe parastina jinan, di heman demê de parastina civak û jiyanê ye. Ji ber vê yekê divê parastina cewherî bibe pêdiviyek bingehîn. Em jin dibêjin peyama me zelal e; ew jî berxwedan e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar