Navenda Nûçeyan
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin û hejmara wan 24 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 10,5 mîlyonî Hîndistan li dû wê jî bi 8,5 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li cîhanê 2 mîlyon kes jiyana xwe ji dest da. Amerîka bi 401,730 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 211,491 mirinan Brezîlya tê.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ev vîrus di dawîya sala 2019’an de li Wuhan a Çînê hatibû dîtin û dûre derbasê dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,323 kes bi vîrusa korona ketine û 4,800 kes bi şewbê jiyna xwe ji dest dane.