Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

DBP’ê ji bo greva birçîbûnê bang kir

Derbarê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li girtîgehan li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, li Amedê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de banga hestiyariyê hat kirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyan, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktivîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), MEDYA-DER’ê, TUAY-DER’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê, bi hezaran girtî û hikumxar ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakiya girtiyan di roja 55’emîn de dewam dike. Ji ber pirsgirêkên siyasî, bi salan e pirsgirêkên di girtîgehan de girantir bûne. Ev jî bandoreke mezin di serî de li girtiyan û hemû civakê dike.”

Tecrîd û greva birçîbûnê

Gulmez bal kişanda ser tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Kiryarên binpêkirina mafan ên di girtîgehan de, ji sala 1999’an ve li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin. Ev yek bi raporên CPT’iyê jî hatin aşkerakirin. Mafên hevdîtina parêzer û malbatan ji girtiyan li Îmraliyê hatine girtin.”

Her wiha Gulmez banga hestiyariyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke DBP’ê, dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û hemû mafên wî yên hiqûqî bên bicihanîn. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin, bi rêya dîyalogê bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin, em banga hestiyariyê li raya giştî û rayedarên berpirsiyar dikin.”

Girseyê piştî daxuyaniyê, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar