PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Mîrasa berxwedana Efrînê rêya serfiraziyê ye’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê îşaret bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê kir û got ku mirasa berxwedana Efrînê rêya serfiraziyê ye

Navenda Nûçeyan

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşê Kantona Efrînê kirin ku di encamê de şêniyên wê hatin koçberkirin û kiryarên herî xirab ji aliyê çeteyan ve pêk hatin. Gelê Efrînê li hemberî êrîşan berxwedaneke bêhempa (Berxwedana Serdemê) raber kir.

Bi boneya salvegera 3’yemîn a erîşa li ser Efrînê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dauxyaniyek weşand û diyar kir ku rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî armancên wan ên sereke û stratejîk in ku dê hewl bidin bi hevgirtina gel û israra wan a serkeftinê, vê armancê pêk bînin.

Di daxuyaniyê Rêveberiya Xweser de ev tişt hat gotin:

“Di salvegera 3`yemîn a dagirkirin Efrînê de, binpêkirina pîvanên exlaqî û qanûnî û israra belavkirina firkirên terorê li Efrînê dewam dikin. Hêzên terorîst ên piştgiriya xwe ji dewleta tirk digirin Efrîn dagir kirine, dewleta tirk siyasetên xwe li ser hemû gelê Sûriyeyê dide meşandin û hewl didin ajandeyên xwe li ser hesabê gelê Sûriye û pêşeroja wan pêk bîne.

Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî her wiha berfirehkirina dagirkeriyê, wekî nameyeke zelal e ku niyetên dewleta tirk ên dijminahiya ji projeya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan dide ku ev proje wekî bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Kiryarên dermirovî û neexlaqî yên domdar li herêmên dagirkirî yên navborî û guhertina nasnameya dîrokî, çandî û civakî ya wan herêman û berdewamkirina heman siyasetê li hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de, astengiyeke mezin li pêşiya îstikrar û çareseriya li Sûriyeyê ye û bi hemû pîvanan bi îstiqrar û çareseriya li Sûriyeyê re li hev nayê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana Efrîn û şehîdên ku canê feda kirin û li hember dewleta tirk 58 rojan bi israr li ber xwe dan bi bîr tîne, berxwedaniya ku kete nava rûpelên dîrokê di serdema nû ya gelê me de, em pişterast dikin ku berdewamiya dagirkeriya tirk a li Efrînê xeteriya li ser hemû Sûriyeyê bêyî cûdabûn. Em bang dikin hemû helwestên Sûriyeyê di vî aliyê de diyar bin. Girîng e ku hemû hêzên niştîmanî yên parastina Sûriye û pêşeroja wê ya demokratîk dikin xebatên xwe li dijî dewleta tirk, çete û kiriyarên wê li dijî gel û axa me, bikin yek.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku der barê kirinên dewleta tirk li herêmên dagirkerî xwedî helwesteke xurt be û em bêdengiya navneteweyî der barê vê yekê de rexne dikin. Em bang li saziyên navneteweyî û di serî de NY`yê û rêxistinên mafnas dikin ku der barê kirinên li Efrîn û herêmên din ên dagirkerî helwestên cidî bigirin.

Bêdengiya der barê dagirkirina Efrînê de hişt ku dewleta tirk destê xwe li Sûriye, herêm û tevahî cîhanê dirêj bike û herêmên ku dewleta tirk destê xwe dirêjî wan kiriye bûne çavkaniya şer û tevliheviyê.

Di heman demê de em lihevkirinên ku di navbera hin alî û dewleta tirk de li ser hesabê gelê Sûriyeyê têne kirin şermezar dikin û hişyariyê der barê wan de didin. Encamên wan di kirinên dewleta tirk li dijî gelê Sûriyeyê piştî dagirkirina Efrînê de diyar in. Dûbarekirina bûyerên ku li Efrînê qewimîn cihê xetereya li ser her kesî ye û ne li gorî berjewendiyên tu kesî ye, di nav de aliyên ku destekê didin dewleta tirk û pişta xwe didin dewleta tirk, wê binkeftin para wan be.

Em gelê xwe yê ku ji Efrîn û herêmên din neçarî koçberiyê bûn, silav dikin. Em berxwedaniya wan a dîrokî li hember dagirkeran bi bîr tînin. Em pişterast dikin heger Efrîn rizgar nebe dê tu aramî û çareserî li Sûriyeyê tune be û projeya me ya demokratîk dê bi ser nekeve.

Rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî dê xebatên me yên sereke û stratejîk be. Em ê bi destekdayîna gelên xwe û israra wî ya li ser serfiraziyê, armancên xwe pêk bînin.

Mîrasa Efrîn û berxwedana tevahî herêmên me ji berxwedanê rêya tekez a serfiraziyê ye. Em ê rêya xwe bi derfet û hêzên xwe dewam bikin.”

Rizgarkirina Efrînê erka hemû welatiyên Sûriyeyê ye

Partiya Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî erka hemû welatiyên Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin:

“Îro salvegera 3`yemîn a dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ye ku bi fermanên siltanê ‘Osmaniya Nû ya Îxwanî’ tev digerin. Bi sed hezaran şêniyên resen ên Efrînê hatin koçberkirin û di malên wan de çeteyên dewleta tirk a faşîst hatin bicihkirin. Dagirkeran erdên zeytûnan talan kirin, dar birîn, şûnwarên Efrînê talan kirin, cihên olî rûxandin û bi taybetî pîrozgehên êzidiyan rûxandin. Ev kiryar hemû li gel bêdengiya navneteweyî û herêmî û bêdengiya rejîma Sûriyeyê pêk hatin.

Wek Yekitiya Lîberal a Kurdistanê em dagirkirina Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve, bi tundî şermezar dikin. Em banga bidawîkirina dagirkeriyê, derketina çeteyan û vegera şêniyên resen ji Efrînê re dikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî jî dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku ji Efrînê derkeve. Em teqez dikin ku em ê girîngiyê bidin rizgarkirina Efrînê ji wan sûcdaran. Zû yan dereng, dê Efrîn vegere. Em teqez dikin ku rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, erkeke nîştimanî ye ku dikeve ser milê hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Rizgarkirina Efrînê ji xebatên me yên sereke ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar