Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê bibin dengê daxwazên mafdar’

Tuncer Saglam ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin bûbû, banga xwedî derketine li çalakiya greva birçîbûnê kir

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku di 27’ê Midjarê de bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 55’emîn de didome. Girtî bi biryar in ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin.

Tûncer Saglam ku bi heman daxwazî di sala 2018’an de tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hatibû destpêkirin bûbû û 100 rojan di grevê de mabû, banga xwedî derketine çalakiyê greva birçîbûnê kir.

Tuncer Saglam ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûbû, bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku divê li derve jî xwedî li dengê aştiyê bê derketin û wiha got: “Çalakiya hatiye destpêkirin çalakiyeke mafdar e. Çalakiya ku hatiye destpêkirin gelek wate di nav xwe de dihewîne. Lewre tecrîda li ser Ocalan ne tenê pergaleke li hemberî Ocalan e. Di şexsê gelê kurd li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Rakirina tecrîdê tê wateya destpêkirin muzakereyan. Şerê ku 40 sal in didome wê bi muzakereyan bê çareserkirin. Heke em berdewama şer naxwazin divê deng bidin dengê li hundir. Sedema çalakiya greva birçîbûnê vekirina rêya aştiyê ye.”

Divê daxwazên mafdar bên dîtin

Saglam bi bîr xist ku ji bo diyaloga bi Ocalan re grev hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber erka Ocalan tim serî li çalakiyan tê dayîn. Ocalan rêberê civakekê ye. Jixwe hevalên me yên di çalakiyê de ji ber ku dizanin rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe di çalakiyê de ne. Hevalên me ji bo nebarandina rondikin dayikan di grevê de ne. Rêya çareseriya pirsgirêkên bi diyalog Ocalan re pêkan e. Hevî dikim demildest dewlet dengê li hundir bibihîze. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê van daxwazên mafdar bibîne û bibe dengekek dengê wan. Em neçar in bala xwe bidin girtîgehan.”

Berpirsyar dewlet e

Di berdewamê de Saglam destnîşan kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, ew nikarin vî sûcî qebûl bikin û wiha domand: “Heke li girtîgehan geşedaneke ku bibe sedema jiyana girtiyan û xesareke mayînde dê berpirsyarê vê yekê Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir be. Dewlet neçar e van dengan bibihîze. Ji bo vekirina rêya diyalogê divê rayedar bikevin tevgerê. Em dibînin ku li girtîgehan bergirî nayên girtin û bi lez vîrûs berbelav dibe. Di vê pêvajoyê de ketine greva birçîbûnê weke mirinê ye. Li girtîgeha her cure sînordarkirin heye. Min vê bi çavên xwe dîtiye.”

‘Berxwedana zindanan hêvî û vîna me ye’

Di dawiya axaftina xwe de Saglam bal kişand ser xwedî derketine çalakiya greva birçîbûnê û wiha bang kirin: “Divê hemû gelê kurd dengê rêhevalên me bibihîze. Divê em li dora girtîgehan dîwarên bi goşt bihonînin. Em bibin dengê girtiyan. Bi bêdeng mayînê em jiyan û tenduristiya hevalên xwe dikin xetereyê. Ji ber vê divê rojev berxwedana zindanan be. Hêvî dikim ku dewlet jî demeke zûtir van daxwazan qebûl bike. Berxwenda zindana hêvî û vîna me ye. Em ê bibin dengê daxwazin mafdar. Hemû kesên xwedî wijdan divê dengê zindanan bibihîze û li gorî vê tevbigere.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar