PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Habîl û Kabîl: Berovajîkirina heqîqetê

Di zaroktiya xwe de ez bawer im gelek kes wekî min bi çîroka Habîl û Kabîl mezin bûne. Kêm zêde hema bêje hemû kesî li vê çîrokê guhdar kiriye. Di kêliyeke jiyanê de miheqeq derdikeve pêşberî mirov. Her çiqasî wekî bûyereke rastî bi zimanekî olî were gotin jî di rastiyê de çîrokeke mîtolojîk e. Lê mîtolojîkbûna çîrokê nayê wateya ku tê de heqîqet tune ye. Berovajî serdemeke dirêj heqîqet bi gotina çîrokên mîtolojîk dihat ziman. Dema mirov vê rastiyê jî li ber çavan bigire ev çîrok bêtir girîng dibe.

Bi kurtasî em çîrokê bînin ziman û piştre jî em hinek şîrove li ser bikin.

Habîl û Kabîl du kurê Hz. Adem in. Tê gotin ku Hz. Adem piştî bi Hz. Havva re ji bihûştê tê qewirandin, dizewicin û zarokên wan çêdibin. Ji Hawa re yek jê kur yek jê keç her car cêwîk çêdibûn. Pêşî cêwîkên bi navê  Kabîl û Aklîma çêbûn, piştre cêwîkên bi navê Habîl û Lebuba çêbûn. Çawa ku ew mirovên yekem in zarokên wan jî li ser rûyê dinê zarokên yekem in. Habîl bi karê sewalkariyê re mijûl dibû û Kabîl jî bi karê çandinî (bax-baxçe) re mijûl dibû. Dema hatin temenê zewacê xwedê destûr da ku bi xwîşkên xwe re karibin bizewicin. Ji ber ku ew mirovên yekem bûn xwedê destûr da wan. Adem û Hawa xwestin her kurik bi cêwîka birayê xwe yê din re bizewice. Xwestin Kabîl bi Lebuba re û Habîl jî bi Aklîma re bizewicînin. Lê Kabîl ev rêbaz nepejirand. Li gorî wî cêwîka wî ji ya Habîl xweşiktir bû û bi vê rêbazê neheqî lê dihate kirin. Lewma li hemberî vê biryarê derket. Piştî ku Kabîl qebûl nekir diçin pişkê (kura). Di pişkê de dîsa para Kabîl Lebuba dikeve. Mixabin dîsa qebûl nake. Herî dawî dibêjin bila her du diyariyan pêşkêşî xwedê bikin. Xwedê diyariya kî bipejirîne bila ew bi Aklîma re bizewice. Habîl diçe ji nav sewalên xwe miya herî qelew û baş dibijêre û pêşkêşî xweda dike. Kabîl jî diçe ji nav fêkiyên xwe ya ne baş kîjane dibijêre û pêşkêşî xweda dike. Xweda li hemberî vê helwestê diyariya Habîl dipejirîne û ji Kabîl aciz dibe. Mixabin Kabîl dîsa rewşê qebûl nake. Dema rojekê birayê wî Habîl li ber sewalan e diçe pê pev diçe û di dawiyê de wî dikuje. Piştî kuştina Habîl, Kabîl xwîşka xwe digre û ber bi çiyayan ve direve. Li çiya qewmê Kabîl zêde dibe. (Li gorî hinek gotinan dibêjin kurd qewmê Kabîl in. Ev gotin bi piranî ji aliyê kesên ku dijminatiya kurdan dikin ve tê bilêvkirin, wekî heqaretekê behs dikin.)

Çîrok dirêj e. Di sê olên semawî de bi rengên cuda tê ziman. Lê di her sê olan de jî encam kuştina Habîl e. Her wiha heman çîrok di mîtolojiya sumeran de wekî Emeş-Enten û Lahar-Aşnan jî derbas dibe. Ji bilî wê çîroka zewaca xwedavenda Înanna jî dişibe heman çîrokê. Wekî din ji ber ku sumer beriya her sê olên semawî ye mirov bi rihetî dikare bêje ku çavkaniya vê çîrokê beriya olên semawî ye û wan ji mîtolojiya sumeran girtiye. Di mîtolojiya Înanna de tê gotin ku Tammuz (bi navekî din Dumuzî, şivanê berazan e, beranberî şivantiya Habîl) û Enkîmdu (xwedayekî ku bi çandiniyê re eleqedar dibe, beranberî Kabîl) dixwazin bi Înanna re bizewicin. Lê divê Înanna di navbera wan de yekî bibijêre. Dilê Înanna Enkîmdu dixwaze. Mixabin ji bo karibe pê re bizewice divê pêşbaziyê qezenc bike. Lê di pêşbaziyê de Tammuz bi ser dikeve û bi Înanna re dizewice.

Hem di çîroka Habîl û Kabîl de hem jî di mîtolojiya Înanna de qarakterên şivan û rençber hene. Di her du çîrokan de jî şivan bi ser dikeve. Dibe ku formê gotinê û serketinê biguherin lê naverok heman tişt e. Bi salan em bi van çîrokan hatin mezinkirin, bi salan ji me re behsa neheqiya ku Kabîl li Habîl kiriye gotin. Bi salan ji me re gotin Kabîl kujerê birayê xwe ye û ji aliyê xweda ve hatiye lanetkirin. Lê dema mirov li şêwaza gotina çîrokê binêre û derdorên ku vê çîrokê tînine ziman li ber çavan bigire rewş diguhere.

Di destpêkê de em bêjin ku ev çîrok di şexsê Tammuz-Enkîmdu û Habîl-Kabîl de çîroka gelên semîtîk û aryen in. Çîroka çanda aryen a çandiniyê û şivantiya semîtîkan e. Niha em xal bi xal li ser vê çîrokê bisekinin.

  • Kabîl rençber e. Ango nunertiya çanda aryenî dike. Di çîrokê de tê gotin ku zarokê yekem e. Di rastiyê de jî çanda aryenî berî ya semîtîkî pêş ket. Şaristaniya sumeran bi çanda semîtîkî li ser çanda aryenî pêş ket. Li gel ku li ser çavkaniya aryenî sumer ava bûn jî di destpêkê de sumeran berê xwe dan erdnîgariya aryenan û xwestin çanda aryenî tune bikin.
  • Habîl nûnerê çanda semîtîk e. Piştre hatiye dinê lê çavê wî li Aklîma ye. Aklîma para Kabîl e lê mixabin ji ber ku semîtîkan çavê xwe berdane erdnîgarî û çanda aryenî Habîl jî çav berdaye para Kabîl.
  • Aklîma-Lebuba ev her du jin di çîrokê de bêçalak in. Jin derveyî îrade tê dîtin. Ev jî çanda semîtîk e. Di çanda aryenî de jin pêşeng e, di çanda semîtîkî de mêr li pêş e. Ji ber ku ev çîrok ji aliyê semîtîkan ve hatiye gotin rista sereke dane mêr.
  • Xwedayê di vir de derbas dibe xwedayê semîtîkan e. Ango xwedayê şivantî û sewalkariyê ye. Pir xwezayî ye ku Xwedayekî wisa hez ji rençberekî neke.

Dema mirov çîrokê bi çavekî giştî binirxîne dê bê dîtin ku ev çîrok kuştin û desteserkirina kesên bi çandiniyê re eleqedar in rewa dike. Ev jî normal e. Çanda aryenî ser çanda semîtîk bû. Ji bo ku semîtîk karibin desteserkirina berhemên aryenan ji xwe re mafdar bibînin pêdivî bi çîrokeke bi vî rengî didîtin.

Bi kurt û kurmancî, desthilat ji bo ku xwe li hemberî dijberên xwe mafdar derxin serî li gotinên wisa didin. Çewtkirina heqîqetê jî wisa çêdibe. Niha dema mirov li çîrokê guhdar dike qewmê çiya wekî birakuj û lanetkirî tê nîşandan. Dîroka Habîl û Kabîl bi vê perspektîfê tê nivîsandin. Ev perspektîf nêrîna hêzên ku berhemên civakê dizîn e ye. Di gotinê de çîrokeke masum dixuye. Lê dema mirov binê wê dikole niyetên rastî yên serdestan derdikeve holê. Ji ber vê yekê pêwîst e mirov nebêje hema çîrokeke û derbas bibe. Di her çîrokê de heqîqeteke veşartî heye. Bi kurt û kurmancî heya em lêkolîna dîroka xwe nekin em ê guhdariya dîroka serdestan bikin. Wekî gotineke afrîkayiyan dibêje heta ku şêr dîroka xwe nenivîsin em mecbur in guhdarî çîrokên nêçîrvanan bikin. Çîroka Habîl-Kabîl dibe ku wekî gel neyê binavkirin jî lê li ser gelê kurd hatiye gotin. Qebîle û eşîrên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn pêşengiya pêşketina civakê kirin. Lê hêzên serdest dest danîn ser berhemên wan û xwestin wan tune bikin. Vê jî têrê nekir wekî di çîroka Habîl-Kabîl de dibore ew wekî birakuj, neheq, xwedanenas, hesud û bilanet dane nîşandan.

Nûçeyên Têkildar