Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Iraqê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo lêdana PKK’ê red kir

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa ragihand ku Serokwezîrê Iraqê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo lêdana PKK’ê red kir

Navenda Nûçeyan

Di 18’ê çile de Wezîrê Parastinê yê dewleta tirk a dagirker Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler, piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bûn û çend hevdîtin kirin. Hate ragihand ku yek ji armanca şandeya Tirkiyeyê ew bû piştgiriya Iraq û başûrê Kurdistanê ji bo êrişkirina PKK’ê peyda bike bû.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa têkildarî vê serdanê ji Rojnameya Meda re axivî. Herêm Kemal Axa diyar kir ku di rojên dawî ya sala borî de Tirkiyeyê Bexda agahdar kir ku eger nekare PKK’ê li ser xaka Iraqê derbixe, wê bi xwe wî karî bike û wê erişên berfireh pêk bîne.

Herêm Kemal Axa got;”Şandeya dawî ya Tirkiyeyê ya hatî li Iraqê ji bo piştrastkirina wê hişyariyê, pêşkêşkirina bijardeyek din bû. Hewiha dema tinekirina PKK’ê heta dawiya meha sibatê, yan jî destpêka meha Adarê daye Iraqê. Lê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ev gef û pêşniyara Tirkiyeyê bi tûndî red kir û dubare kir ku Iraq bi xwe dikare li hember her metirsiya di nava xaka welatê xwe derkeve.”

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa eşkere kir ku niyeta Tirkiyeyê heye ku bêyî destûra Bexda di nava xaka Iraqê de êriş bike, bi taybet bi guherîna hikûmeta li Whashingtonê re û got;”Lê Iraq bêyî derketina artêşa Iraqê ji nava xaka Iraqê qebûl nake. Niha Tirkiyeyê 30 baregehên leşkerî di nava xaka Iraqê de heye û armanca wan gelek ji PKK’ê dûr in û mezintire. Lewma bêyî derketina Tirkiyeyê ya ji nava xaka Iraqê naxwaze, dosya PKK’ê li gel Tirkiyeyê veke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar