Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî komployê dê 15 roja çalakiya bênavber bên lidarxistin

KCDK-E’yê diyar kir ku di navbera 1-15’ê Sibatê de li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di qada navneteweyî de çalakî werin lidarxistin

Navenda Nûçeyan

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî çalakiyên Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û diyar kir ku dê di navbera 1-15’ê Sibatê de li hemberî komployê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalaki werin lidarxistin.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hat diyarkirin:

“Beriya niha 22 salan komploya navneteweyî hatibû destpêkirin. Vê komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de hatiye kirin, gelê kurd di serî de li dijî gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Hêzên navneteweyî û desthilatdariyên herêmî yên paşverû gotin qey ew ê karibin fikrên çareseriyê yên Rêber Apo dê werin astengkirin. Hêzên global û herêmî bi dîlgirtina Rêber Apo re gotin wê qey pêşiya fikra azadiya gelan bigirin.

Fikrên Rêber Apo di pêvajoya dîlgirtinê ya 22 salan de mezin bûye û ji gelên Rojhilata Navîn û gelên dinyayê re bûye çavkaniya îlhamê. Li Îngîlistan, Ewropa, Afrîka û gelek cihên dinyayê  sendîka, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn demokrasî, wekhevî û çareserî pêk were û ji bo azadiya Rêber Apo bi awayekî bi çalak dixebitin û platforman ava dikin.

Di navbera 1-15’ê Sibatê de bi şîara ‘Em komployê ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin’ dê bi çalakiyên global li her dera dinyayê çalakî werin lidarxistin. Di sala 22’yemîn a komploya 15’ê Sibatê de em ketine vê pêvajoyê ku dê pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo hêzên komplogeran têk bibe.

Ji 1’ê sibatê heta 15’ê Sibatê dê li her qadan çalakî bênavber werin kirin.

Li hemû welat û eyaletan wê meşên dirêj ên ji bo 3 rojan were kirin.

Di 1’ê sibatê de wê li 22 navendan Pirtûkxaneya Gerok a Rêber Ocalan li bajarên cihê yên Ewropa, Kana û Evûstralyayê bigere, li ser esasê danasîna fikrên Rêbertî wê pirtûk û broşurên ji pirtûkên Rêbertî were belavkirin. Wê çalakiyên pirtûkxaneya gerok li van deran were kirin, Parîs, Amsterdam, Viyana, Roma, Atîna, Toronto, Bruksel,Marsîlya, Zurîh, Stockholm- Kopenhag, Helsînkî, Oslo, Berlîn, Koln, Dortmûnd, Frankfûrt, Stûttgart, Darmstadt, Hambûrg, Kassel, Londra, Sîdney û Kibrisê.

Di heman demê de wê li eyaleta NRW, Hambûrg, Berlîn, Hannover, Kassel, Sachen, Frankfûrt ên Almanyayê dê li gelek bajarên Fransa, Swîsre, Swêd, Danîmarka, Norweç, Fînlandiya, Evûstûrya, Îtalya, Îngîlistan, Belçîka, Hollanda, Evûstûrya, Yewnanistan û Kibrisê wê çalakî werin lidarxistin.

Di 13’ê sibatê de li Strasboûrgê wê meşeke dirêj û mîtîngek were lidarxistin.

Meşa dirêj a hevpar a enternasyonalîst û ciwanên kurd di 5’ê sibatê de ji Frankfûrta Almanyayê dest pê bike û di 12’yê sibatê de li Strasboûrgê biqede.

Di 15’ê Sibatê de ciwan dê li her qadê meşên bi meşale li dar bixin.

Di 15’ê Sibatê de bi pêşengiya TJK-E’yê li hemû welat û bajaran wê li pêşiya konsolosxaneyên Tirkiye û DYE’yê mîtîng werin lidarxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar