PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Êdî em nema dikarin tehemmûl bikin’

Ji Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed got ku êdî tu milîtanê PKK û PAJK'ê tecrîd û esareta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nema tehemmûl dikin

Ji Komîteya Zindanan a PAJK’ê Gulê Amed têkildarî çalakiyê greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin axivî.

Amed diyar kir ku greva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê ji hêla civakî ve bersiva xwe dibîne û wiha got: “Her çalakî, berxwenda li vir geş dibe, dibe dengê civakê, dengê dil û wijdana civakê. Dengê ku li vir bilind dibe banga ji bo geşkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî ye û her kes divê bersivê bide vê bangê. Niha bi çarçoweya pêngava”Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dema azadiyê ye’ hevrêyên me yên li zindanan li dijî şerê taybet ê faşîzma tirk û ferzkirinên teslîmbûnê berxwedanê didomin û li ser hîmê encamstendinê bûne xwedî helwesteke çalakiya nû. Em Komîteya Zindanê bawer dikin ev helwesta pêşengiyê ya di bin esareta dijmin de, di nav şertên herî dijwar de bi derfetên zor û zehmet tê kirin dê bi ser bikeve.

Bêguman cewhera rêz û rêça berxwedana ku şehîdên me yên mezin afirandin, xeta berxwedanê ku Rêbertiya me temsîla wê dike pêk tîne. Rêbertiya me di pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de, li dijî hemû hêzên modernîteta kapîtalîst û maşikê wê rejîma faşîst a TC’ê berxwedana herî bêhempa dike. Ev 21 sal in li ser Rêbertiya me tecrîd heye. Êdî tu milîtanê PKK-PAJK’ê nema tehemmûlî vê tecrîdê bike. Ji ber vê bi hezaran milîtanên PKK’yî û PAJK’î yên dilsozî Rêbertî ku li ser xeta milîtaniya Apoyî dimeşin û li ser vê xeta berxwedanê ne, îro vê grêva birçîbûnê dikin.

Weke her çalakiya mafdar û xizmetê ji armanceke meşrû re dike ev çalakî jî li qada civakî hate qebûlkirin. Li vir her çalakî, berxwedana ku geş dibe, dibe dengê civakê, dengê dil û wijdanê civakê. Dengê ku li vir bilind dibe, banga geşkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî ye û divê her kes bersivê bide vê bangê.”

Pêngav bi zeman û mekanekî ve ne sînordar e

Amed destnîşan kir ku pêngava ‘Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re; dem dema azadiyê ye’ ji pêngava ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ya 2018’an ne qut e, berdewama wê ye, ji ber vê greva birçîbûnê berdewama greva birçîbûnê ya beriya xwe ye û her du berxwedana zindana jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike armanc.

Di berdewamê de Amed bi bîr xist ku çalakiya 2018’an 200 rojî dom kiriye, heta ku encam standî domandiye û bi berdêlên giran tecrîd hatiye şikandin û ev tişt anî ziman: “Niha jî ev ne tenê ji bo demkî ye û ne ku tenê bi pêşengiya zindanan e, ev berxwedan, pênggaveke wiha ye ku heta encam were standin divê li hemû qadan têkoşîn were geşkirin. Ji be vê ne pêngaveke wiha ye ku bi zeman û mekanekî ve were sînordakririn. Pêngava berxwedanê ye ya ku heta faşîzm were têkbirin û Rêbertî were azadkirin dê bidome. Divê mirov çalakiya ku li zindanan derketî holê wiha bibîne.”

Divê çalakî kolektif û birêxistinkirî bin

Gulê Amed diyar kir ku her çalakiya ku azadiya Ocalan ji xwe re kirî hedef divê bi kolektif û rêxistinkirî be û wiha domand: “Berxwedêrên zidanan ku bi vê bîreweriyê bin û bi şêwaza kolektîf bin dê ya rast be.  Em bawer dikin hevrêyên li zindanan wê bi vê bîreweriyê bin û bihistyar bin.”

Derheqê operasyonên siyasî yên dewleta tirk ên nexasim ên li ser malbatên girtiyan Amed ev tişt anî ziman: “Li gel hemû polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser civakê jî, her wiha li gel şerê taybet jî ji bo ku encamên ku dixwestin nehatin standin, ev desthilata AKP-MHP’ê ditirsîne. Ev rewşa tirsê her wiha nîşan dide ku serserekî dikeve û difeşkile. Ji ber vê li dijî derdorên ku berxwedana civakî geş dikin û hemû derdoran bi rengekî hovane êrîşê tîne û polîtîkaya tolhildanê dike.

Ên ku peyama girtiyan derdixin derve rêz çapemeniya azad û berxwedanê civakî dikin malbatên girtiyan in.  Rejîm, li derve nexasim piştî berxwedanê li dijî malbatên me yên rêxistinî operasyonên qirkirina siyasî dide destpêkirin û dayikên me yên 70-80 salî jî digire. Ji ber vê ditirse ku berxwedana îro ya li zindana bibe civakî. Ji ber vê li dijî derdorên ku xwedî li berxwedanê dertên û têdikoşin bi hêrsekê radibe. Ji vî alî ve hedefa pêşî ya êrîşan dibin jin û malbatên girtiyan. Ya ku tê jiyîn dijminatiya li mirovahiyê, li jinan û kurdan, demokrasiyê ye. Lê divê tişta ku were kirin ew e li dora çalakgeran xelekek were çêkirin, berxwedan were geşkirin û mirov kuçeyan bike qada berxwedanê.”

‘Peyama hewce da dost û dijminan’

Amed got ku pêngava KJK’ê paralelî pêngava KCK’ê ye, hev temam dikin û mezin dikin û girtiyên jin ên li zindana jî çawa ku pêşengiyê li têkoşîna giştî dikin reseniya xwe û rêxistiniya xwe diparêzin û di têkoşîna berxwedanê ya zindanan jî pêşengiyê dikin û wiha domand: “Berxwedana Zindana Amedê ya milîtana pêşî ya tevgera me Sara tê zanîn. Leyla Guven jî ji vê rêçika berxwedanê rabû, pêşengî li berxwedana zindana a 4’an a mezin re kir û ev ji rêza berxwedana zindanan a jinan re mînak e. Ji ber vê herdu jî çalakiyên bi serê xwe ne lê her wiha hev xurt dikin û temam dikin. Xwestina azadiyê ya ji Rêbertî re, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan û civakê têkoşîna parastina civakê, bicihanîna azadiyê ye. Azadiya Rêbertî ji ber ku azadiya jinan û civakê ye, berxwedana girtiyan jî berxwedana şikandina qirkirina jinan û civakê, berxwedana azadkirina jinan û Rêbertî ye.”

Her wiha Gulê Amed bal kişand ser girtina hevseroka KCD’ê û parlamantera Colemêrgê Leyla Guven û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Leyla Guven li hundir û derve qet dev ji têkoşînê neqeriya, bi paş ve gav neavêt. Çawa ku serê xwe li ber faşîzmê hilnewşand, nîşan da ku li dijî zaliman divê têkoşîneke çawa were kirin. Ji ber vê, faşîzma TC’ê ji ber hêsa tolhildanê ew girt. Wê bixwe jî bi bersiva ‘li hundir û derve jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim’ peyama hewce da dost û dijminan. Her wiha ez bang li her kesî dikim ku li dora girtiyan ku wijdanê civakê ne, kom bibin, li têkoşîna wan xwedî derkevin û berxwedana wan geş bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar