Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Koma leşkerî çû Bexda û Hewlêrê çi?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hema ji nişka ve Hulusi Akar ê serleşkerê kevn, Yaşar Guler ê serleşkerê nû û Hakan Fidanê “serleşkerê” MÎT’ê, ketin ser rêya Bexda û Hewlêrê!

Erê weke bûye edet mirov dipirse, ka gelo ji bo çi çûn wê derê? Lê na, qet ne lazim e ku mirov bipirse. Hema yekser mirov dikare û divê bêje “vana çûn, ji bo êrîşkariyê”.

Em hîn zelaltir bikin. Vana çûn; yekser bêjin “çima heta niha ew peymana ‘Fermana Şingalê’ ya me bi hev re danî çima nayê bicihkirin; çima êrîşên li dijî Qendilê-Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi giştî çima êrîşên li dijî dilxwazên Tevgera Azadiyê, hîn bêhtir nayên xurtkirin” û hwd?

Hema çawa li Bexdayê daketin, yekser çûn koşk û serayên Berhem Salih û Mustafa Kazimî. Li wir jî zêde ranewestiyan hema bi lez berê xwe dan Hewlêrê û vê carê jî çûn koşk û serayên her 3 “SEROK BERZANIYAN”! Êh ewqas xwe mezin dibînin, kabira li qonax û rewestgehên biçûk nasekinin û pê qayil nabin. Divê biçin gel “serokan”, jê bi jêrtir qîma xwe naynin!

Çima li jor hat gotin ku armancên gera wan aşkera ye û lazim e mirov jî zelal û yekser bi nav bike. Ji ber ku wan kabiran bixwe aşkera û bi dengê pir bilind armanca xwe destnîşan dikin û dibêjin; “Sedema hatina me ji bo lêdan û derxistina PKK’ê, ji vê herêmê ye” û hwd!  Ma ew bixwe her 3 kabirayan jî ne serok û fermandarên leşkerî û îstixbarata Tirkiyeyê ne? Min ji bilî êrîş û kuştin û talan û wêran ti karê van kabirayan kesî dîtiye? Ji xwe bi hinek gotinên xwe yên din jî, him hinek lezgîniya xwe didin der û hinek jî tehdîdwarî dipeyivin û dibêjin; “Eger hûn bixwazin em bi her awayî amade ne ku ji we re alikariyê bişînin, eger hûn nekin ev ji bo berjewendiyên we jî zerar e”!

Tişta balkêş ev bû ku, di van ewqas hevdîtinên xwedêgiravî “giregir” de, di medyayê de, bi tenê gotin û armancên Hulusi Akar dihatin weşandin û nivîsandin. Wan kesên “giregir” ên Bexda û Hewlêrê, ma gelo tu gotinên wan tune bûn? Ya jî weke fermandarekî ew guhdarî dikirin û hema bersiva wan “belê ezbenî” bû gelo?

Ya jî, dibe ku hinek şêwirmendên wan, kêm be jî hinek serê xwe şixulandibin û niyeta van şerxwazan nas kiribin, her wiha ji bo rojên li pêş ew ê siyaseta global û bi taybetî ya DYA’yê çawa bikeve rojevê hizir kiribin û bi zanebûn ti bersivek şênber, nedabin wan fermandarên êrîşkerên dagirker û  qirker ên dewleta tirk!

Ji ber gelek şîrove hene û bi xurtî guman dikin ku desthilatiya AKP-MHP’ê, ji bo êrîşên dagirkeriyê li Rojava zêdetir bike û ji bo gelek cihên mîna Eyn Îsayê jî bixin destê xwe, pir hewl da. Her wiha Rûsya jî pir dahf da ji bo êrîş bike, lê ji ber ku destûr ji DYA’yê negirtibû, ew pêngava mezin a dagirkeriyê ne avêt.

Îca hat bîra wan ku destûra wan a kevn a DYA’yê dabû wan ji bo êrîşî Başûr; Şingal, Mexmûr û wan deverên din bike heye! Lewma ji nişka ve û hema bi lezgînî baz dan, çûn Bexda û Hewlêrê!

Lê wisa diyar dibe ku dereng man. Ji ber ku 2 roj tenê mabû ku Trump biçe û rêveberiyê radestî Biden bike.

Her wiha li hember berxwedana gelê Şingalê û bi giştî Tevgera Azadiyê, wan rêveberiyên Bexdayê û Hewlêrê jî, weke ku li gel AKP-MHP’ê plan kiribûn nikaribûn bimeşiyana. Lewma di van her 2 rojên dawî de jî dibe ku curet û cesaret nekiribin û li gorî berjewendiyên xwe jî êdî rast nedîtin û li benda rêveberiya DYA’yê ya nû man û ev ji xwe re bixêrtir dîtin  û nehatin provakasyon û lîstika R.T.Erdogan!

Helbet nayê wê wateyê ku van hêzên mijara gotinê ne, destên xwe ji wan siyaset û planên xwe yên gemar û qirêj dikişînin an ew ê bikişînin. Na xêr. Kengî derfetê yan valahiyê bibînin wê hema yekser êrîş dikin. Vana keysfersendên xerab in!

Lewma weke her carê, divê gelê kurd û tevgera wî, xwe bêxem û piştvala neke. Her tim weke ku wê êrîşên werin ser wan, xwedî amadekarî bin!

Nûçeyên Têkildar