Zehra Çelîk
…qey dê her tim mêr bikuje?
…… mêr bikuje?
…….…bikuje?
Peyvên jineke di guhê min de deng vedide. Peyva kuştin bi caran xwe li diwarê dil û mêjiyê min dide, kes nabîne lê dizanim ku xwînê jê tîne.
Di kuştina her jineke de hemû jin dimirin û her carî xwe neçarî ji nû ve zayînê dibînin. Her carekê dibin zarokên xwe, dibin dayika xwe, dibin gerdûn di nava xwe de: Xwe bi xwe.
“Ma qey dê her tim mêr bikuje?” Mirov newerî tasawur bike ku jineke vê hevokê bilêvbike. Lê ev desthilatdarî vê yekê jî jinan da gotîn. Jina ku jiyan dide, can dide…
Ger jin bi rengeke komî, kolektîf, civakî xwe fêrî parastinê neke, ger bi rengeke pergalî xwe neparêze, dê her tim neçarî kuştinê be. Û kêliyê ku kêr bigihîje hestî, wê dem bi dem zilameke wehş jî ser erdê kêm bibe. Dawiya dawî jinên ku li hember zilameke wehş xwe biparêzin bên girtin, bikevin zindana û desthilatdariya mêrsalar û wehş jî ev hevoka ji jiyanê dûr ji jinan bide gotin: “Zindan ji mal baştir e, herî kêm lêdan tune ye!” Mixabin!
Ango jin ji zindana temsîlî ya li gel zilam dema ku cuda bibe û biçe gel zilamê mezin, zilamê zilaman, hostayê zilamtî û zilamperestiye, bû kurtî dewletê desthilatdar, ew e bigihîje aramiyê. Mixabiniyeke din!
Pergala faşîst jehra xwe evqasî belawî her derê kir ku çend jin zindanan, weke ji nav nebaşan baş dîtin. Bêguman ev yek jî xefikeke desthilatdariya zilamsalar e, desthilatdariya faşîst e.
Divê herkes, hemû civak, jinên ku xwe parastine û di encama vê yekê de zilameke hatibe kuştin biparêzin. Divê herkes, ciwanên ku ji bo parastina jineke zilameke kuştibe, wî bipareze. Divê civak, herkes fêrî xweparastinê bibe. Divê herkes ên ku xwe û nirxê xwe neparêze bêahlaqî pênase bike. Ji ber ku xweparastin pîvana ahlaqî ya herî bingehîn e.
Dema jineke bê kuştin, dive bê zanîn ku ne tenê bedeneke hatibe kuştin. Dema jineke bê kuştin, li ser dinyayê çend nirx, çend zarok, çend xweşî, çend başî, çend rastî, aramî, çend dayik, ax û her tiştê ku jiyan pê tê afirandin tên kuştin.
Naxwazim bînim bîra xwe ku roj û salên pêş de, zarokên wan dayikan behsa mirina dayikên xwe bikin. Ji ber ku kêm zêde tê zanîn ku her zarokeke rastî vê yekê hatine, serî heta dawî jiyana wan bi êş, trawma, kêliyên niha û berê de çuyîn hatinê ve derbas dibe. Nikarin bibin xwe. Nikarin kêliyên xwe û jiyana xwe bijîn.
Kuştina jinan bi çi rengî bê jî polîtîk e, encama vê yekê jî wê polîtîk be. Encama kuştina her jineke divê bê zanîn ku civakî ye. Jin bi xwe ne keseke ye. Di rastiya jin de nûnertiya civakeke tê kirin. Ev yek ne ji bo jinên ku nûnertiya siyasî dikin wiha ye. Ji bo hemû jinan vê rengî ye.
Şûna ku jin, ciwan heta zarok bên kuştin, neçarî fihuş û madeyên hişbir bibin, bi darê zorê hin tiştên derveyî civak û jiyanê re rûbirû bimîne, divê hemû jin û ciwan, hemû rengên xwe parastinê bizanin û pêk bînin.
Lê li ser rûyê erdê hin jin jî hene serpêhatiya wan cuda ye. Rast e, ew jî xwe parastin, ew jî çend zilam kuştin. Belê ez behsa jinên zîrek ên ku zilamên ku wehşeta sedsalê bi termê xwe de kom kiribûn kuştin dikim. Şêrejinên ku mirovahî, ji bermahiya qirejiya hemû pergalên desthilatdar rizgar kirin, dikim. Jinên xweşik ên ku rojên tarî yê zarokên melekêtawis ronî kirin dikim. Jinên di rêka azadiyê de xwe afirandin dikim. Ya rast, jinên rastî jin dikim.
Hin jîn jî hene jê cûdatir in. Ew nayên kuştin. Tu kes nikare wan bikuje. Ev dikarin zilaman bikujin, xwe bêdawî bikin û piştî ji dest dayîna canê xwe jî, di kuştina her zilameke de ew cih bigirin. Weke Zîlan, weke Bêrîtan, weke Sema.
Feylesofa sedsalê Rêber Abdullah Ocalan beriya bi salan gotibû “kuştina zilam.” Vê çaxê jin xwe perwerde kirin, guh dan dengê dîrokê, hişê xwe ronî kirin û gihiştin vê qanaatê ku ji bo jiyaneke azad, ji bo jiyaneke aram, ji bo zarokan, ji bo xwezayê, ji bo hemû ajalan, ji bo nirxên dîrokê û bi sedemên zêde zêde ve giredayî, kuştina zilamên desthilatdar, pîroz e.
Em van rojan dîsa dibînin ku kuştina zilamên desthilatdar, kuştina zilamên tecawizkar, kuştina zilamên ku nirxê jinan û jiyanê nizane, pîroz e. Ji ber ku xwe parastin, di çêbûna hemû mirovan de heye. Xwezayî ye. Û ji xwebûna xwe ya xwezayî dûr ketin, ji xwe mirin e.
Weke encam: Ji bo ku em nemirin, ji bo ku em nirxê jin û jiyanê bizanin, ji bo ku em watedar bijîn, dive şert û mercên azadiyê bizanin û zilamên desthilatdar nas bikin.
Dive jin vê yekê jî bizanibin ku heta hemû zindan neyê vala kirin, hemû girtiyên siyasî neyên berdan, bi taybet jî heta Rêber Abdullah Ocalan weke fîzîkî azad nebe, bi giştî heta ku tecrîd neyê şikandin û faşîzm neyê rûxandin, ne mimkun e jin azad û ewle bijîn.
Ji bo vê yekê, hemû liv û tevgerên ji bo şikandina tecrîdê divê bê bilindkirin. Da ku dîktatorî hilweşe. Em dizanin ku yên nêzîkî hilweşandinê ne, dê bi hêsanî bên darizandin jî.
Ango, di çalakiyên darizandin û hilweşandinê de dîktator di heman rêkê de ne û dive bê xurtkirin û baş bê birêvebirin.
Ji bo jin bijîn, divê dîktator bê hilweşandin, bê darizandin û divê heq û layiqê wî bê dayîn.